KJK’ê Marîa Mîes bi bîr anî

KJK’ê, yek ji jinên pêşeng ên Marksîst-Femînîst Prof. Marîa Mîes a sê roj berê jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî û got: “Azadiya jinê, civak û mafên jinan, wê di têkoşîna me de bidome."

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi daxuyaniyeke nivîskî yek ji jinên pêşeng ên Marksîst-Femînîst Prof. Marîa Mîes bi bîr anî.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Me agahiya mirina bîrmenda Marksîst-Femînîst a çalak Profesor Marîa Mîes bi xemgîniyeke mezin bihîst. Ew profesoreke navdar a civaknasiyê, femînîsteke bawermend a teorî û pratîk a Marksîst bû ku dikarî di pêşketinên salên 1990’î de nermbûnekê pêk bîne, bi eşkere xwe ji her şêweyê dogmayî dûr bixe û bi taybetî xwe terxan bike ji bo berpirsiyartiya kêşe û pirsgirêkên sedsalê. Tevgera Jinên Kurd, gelek nirx da xebatên Profesor ên bi perspektîfa jinê di çarçoveyeke zanîstî-dîrokî de. Ew pêşenga eko-femînîzmê bû, hêmana bingehîn di  bîrdoziya Tevgera Jinên Kurd de, a ku mifteha sereke ye di modela  êveberiya  xweser a ilhamkar de, a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava tê pêkanîn. Rexneyên wê bi perspektîfa eko-femînîst li lîberalîzma nû û kapîtalîzma cîhanî, her weha pêşniyazên wê yên alternatîf,bûne çavkaniya hêzê ji bo bi milyonan jinan di têkoşînê de û bi rolekê giring rabûye di avakirina rêxistinên civaka sivîl de.

Tevgera Jinên Kurd, sala 2000’î li gel Prof. Marîa Mîesê dest bi danîna peywendiyê kir, ji bo wê haydar bike ji şoreşa jinên Kurd. Ew bi baldarî nêzîk bû, ji bo Tevgera Jinên Kurd nas bike, têbigihe û gelek qedirê wê girt. Şoreşa jinê li Rojava wek çavkaniya hêviyeke nû dît, di heman demê de, li hember tevgerên jin ên li Elmanya û Ewropayê helwesteke rexneker bi zêdeyî  bi pêş xist.

Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teoriya xwe li ser dîrok û mêtingehkirina jinê bi pêş dixistin, ji xebatên Marîa Mîes sûd girtibû. Wê jî bi vê û nivîsên wî jî dizanî. Em dikarin bi kêfxweşî û serbilindî bibêjin ku hevala me Prof. Marîa Mîes dema tenduristiya wê li cih bû, wê karî şoreşa jinê ya sedsala 21’emîn li Kurdistanê bijî, ev destkeftiya bi keda jinên istisnayî ên mîna wê pêk hatiye. Marîa Mîes ew nav e ku wê her tim çavkaniya lêkolîna darîçav, rexne û alternatîfên îlhamkar be.

Em, wê bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin, ew ê di têkoşîna me ya ji bo azadiya jinê û avakirina civakeke hîn zêdetir dadperwer û aştiyane de bijî.”