KJK: Bi giyanê berxwedanê yê Newrozê ber bi qadan ve!

KJK’ê bang kir ku bi giyanê berxwedêr ê Newrozê derkevin qadan û got, "Gelê me li her deverê bi dirûşma 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad' divê bi giyanê rêxistinî û berxwedêr biherike qadan, xwedî li Rêbertî û destketiyên neteweyî derbikeve."

Koordînasyona KJK’ê cejna Newrozê ku roja berxwedan, vejîn û sala nû ya gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e, bi hêviya ku azadî û aştiyê bîne pîroz kir. KJK’ê di daxuyaniya xwe de got: "Em Newroza Rêber Apo ku gelê Kurd û jin bi jiyana azad re gihandine hev, bi bêriya herî kûr, dilsozî  pîroz dikin. Ji Kawayê Hesinkar ta bi hevrê Mazlûm Dogan, Bêrîvan,Ronahî, Rahşan Demîrel û Sema Yuce ku bedana xwe dane ber êgir û bûne sembolên berxwedanê bi hurmet bi bîr tînin. Em li ber gelê xwe careke dî soz didin ku bi paradîgmaya jiyana azad a Rêber Apo, bi rêça berxwedanê ya Mazlum Dogan û Sema Yuce li ser bingehê pêkanîna Rêbertiya Azad, Kurdistana azad e em ê têkoşîna xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin. Em berxwedana bi lehengiyê xemilî ya gelê xwe û ciwanan, jinan ku li dijî êrîşan her kêlîka jiyana xwe bi berxwedanê pêşwazî dikin, bi hurmet slav dikin."

'BERSIVA JI BO HELAVBENDIYA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê Û NOKER PDK’Ê LI QADÊN NEWROZÊ WÊ WERIN DAYIN'

KJK’ê di daxuyaniyê de got, "Di demeke dîrokî de ku veguheriya dema Kurdan, gelê me cejneke dî ya Newrozê bi berxwedanê û bi têkoşîna bêhempa a ku ji mirovahiyê re bûye hêvî pêşwazî dike’’ û bi berdewamî hate gotin, ‘’Gelê me bi berxwedana lehengî ya li dijî faşîzma mêtinger a netewdewletê  û hovîtiya DAIŞ’ê pêşengiya berxwedana gelan dike. Bi sîstema azad û demokratîk a ku yekîtiya gelan ji xwe re esas dibîne, li ber gelên Rojhilata Navîn û dinyayê têkoşîneke nû û modêleke nû ya civakê datîne. Lê rejîmên paşverû, faşîst û avaniyên çete yên hevkarên wan, ku vê ji xwe re weke taloke dibînin li dijî vê dikevine nav tifaqên genî, êrîşên xwe yên bi ser Rêbertiya me, Tevgera me û gelê me de giran dikin.

Ji hêla dewleta AKP’ê ya faşîst ve bi rejîma êşkenceyê ya Imraliyê û êrîşa herî berfireh a dîrokê bi ser Rêber Apo de diçin ku pêşeng û mîmarê têkoşîna bêhempa ye ku Tevgera me û gelê me li her bihosta Kurdistanê bi berdêlên mezin pêk anîn. Her ku destketiyên têkoşîna dastanî ya Rêbertî, Tevgera Azadiyê û gelê me dayî zêdetir dibin û dikine malê mirovahiyê, êrîşên paşverû, serwer û statûkoparêz zêdetir dibin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku çavnebariya van destketiyan dike ku bi dijberiya Kurdan û komkujiyan dixwaze hebûna xwe bidomîne, li Bakurê Kurdistanê, Rojava û Şengalê komên çete jî dide rex xwe û li dijî gelê me êrîşan pêk tîne. PDK ya ku xwe bi Kurdbûnê pênase dike, bi rejîma faşîst a Erdogan-AKP’ê re hevalbendiyê dike, li Şengalê êrîşê dibe ser gelê me yê Êzîdî, li dijî Tevgera me ya Azadî li ser zemîna bazarên qirêjî bi Erdogan re hevkariyê dike. PDK li ser tifaqa qirêj, çeteyên ku bi destê îstîxbarata Tirk hatine perwerdekirin dibe ser gelê me yê Êzîdî, destekê dide helwdana dagirkirina Rojava ya ji hêla dewleta Tirk ve, di referandûmê de paşmêriya Erdogan dike. Ti îtîbara PDK’ê li cem Kurdan nemaye ku bi kujerê Kurdan Erdoga re hevkariyê dike û li ser dijberiya PKK’ê tifaqê datîne. ’Gelê me li her deverê bi dirûşma ‘’Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’’ divê bi giyanê rêxistinî û berxwedêr biherike qadan, xwedî li Rêbertî û destketiyên netewî derbikeve."

'NEWROZ DIVÊ BIBE NEWROZA ‘JI DÎKTATORIYA ERDOGAN RE NA'

Koordînasyona KJK’ê bi domdarî wiha got:

"Derketiya holê ku li dijî van tifaqên genî û êrîşên giştî gelê me divê zêdetir yekîtiya xwe ya netewî pêk bîne, rêxistinî û têkoşîna xwe mezintir bike. Em di pratîkkirina wê pêvajoyê de ne ku li dijî êrîşên giştî yên paşverû, faşîst, revdeyên noker ên ku ji Kurdên azad ditirsin, bi giyanê berxwedêr ê Newrozê derkevin qadan û dirûşma ‘’berxwedan jiyan e’’ ji her demê zêdetir hewcehiyek e. Em pê bawer dikin ku gelê me bi vê bîr û baweriyê wê Newroza 2017’an pêşwazî bike.  Gelê me li her deverê divê li ser zemîna dirûşma ‘’Rêbertiy Azad, Kurdistana Azad’’ bi helwesta rêxistinî û berxwedêr biherike qadan, xwedî li Rêbertî, destkeftiyên netewî derbikeve. Divê bi rihê yekîtiya netewî xwedî li berxwedana bêhempa a Rêber Apo ya li Imraliyê, xwedî li têkoşîna lehengî ya gelê me yê li Rojava, Şengal, Bakurê Kurdistanê û gerîla xwedî were derketin û ev were mezinkirin.

Jin helwesta berxwedê û rêxistiniya 8’ê Adarê bi pêşengiya xwe ya li qadên Newrozê divê bihêztir nîşan bidin. Ciwanên me giyanê berxwedêr ê Newrozê bi pêşengiya xwe li her deverê divê bi coşdarî nîşan bidin. Bi pêşengiya jin û ciwanên me gelê me bi cil û bergên xwe yên netewî û sembolên netewî, divê qadan bikin cihê pîrozkirina dema Kurdan. Kurd û dostên Kurdan bi hev re divê Newroza îsal, bi milyonan bi hev re bikin ew Newroz ku helwesta, ji dîktatoriya Erdogan re ‘NA’ derkeve holê. Em pê bawer in ku jin, ciwan, gelê me ji 7 salî ta bi 70’ê salî, ji bo avakirina siberoja azad a gelê me, gelên me û dostên me, ji bo mezinkirina berxwedanê û têkbirina dijminên azadiyê yên paşverû wê li meydanan bin. Li ser vê bingehê em bang dikin ku di serî de jin û ciwan û her kes Newroza 2017’an bikin  cejna berxwedanê ya ku em ê dijminê xwe kezebreşî bikin, gelê xwe û dostên xwe şad û bextewar bikin. Em bang li ciwan û jinan dikin ku xwe tevlî refan bikin û berxwedanê geş û gur bikin."