KJC'ê dest bi kampanyayeke nû kir -NÛ BÛ

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan (KJC) bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî" dest bi kampanyayekê kir.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku armanc ji kampanya nû ew e ku bi pêşengiya jin ên ciwan şoreşa jinê bi rêxistin bikin, biparêzin û mayinde bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêvajo ji bo gelê me, tevgera me, jinan û ciwanan gelekî krîtîk e. Li gorî bûyerên ku par qewimîn, sala 2023'an hîn bêhtir krîtîk bûye û ji bo jinan û gelên bindest hemûyan wê bibe sala çarenûsê. Li dijî Rêberê me, tevgera me, gelê me, jinan, ciwanan û mirovahiyê hemûyan êrîş bênavber dewam dikin. Ji bo têkbirina van êrîşên qirkriinê di serî de Rêber Apo, Tevgera me ya Azadiyê li her qadê bi taybetî jî li Zap, Metîna û Avaşînê gerîla bi lehengî şer dikin, gelê me yê welatparêz û jin bi rengekî bêheman li ber xwe didin, bi biryardarî ber bi serketinê ve diçin. Bi taybetî saziyên netewe dewletê û mejiyê wê yê bi serweriya mêr, bi polîtîkayên faşîzan dixwazin jinan qir bikin, civakê qir bikin. Lewma bi rengekî topyekûn êrîş li dijî jinan têne kirin, êrîşên plankirî têne kirin. Kiryarên destavêtin, destdirêjî, asîmîlasyon, tundî, redkirina îradeyê û astengkirina derfetên kar li hemberî jinan dewam dikin. Ev êrîş di şexsê jinê de êrîşeke qirkirinê ye li ser civakê. Li ser vê bingehê di polîtîkayên qirkirina jinê de êrîşên sereke li hemberî ciwanan, jinan bi taybetî jî jin ên ciwan tên kirin. Li hemberî vê yekê jî berpirsyariya sereke ya jin ên ciwan e. Dema dawî jin ên ciwan ji aliyê polîs, leşker, çeteyên dewletê yên sivîl û daîreyên şerê taybet ve têne revandin, destavêtin li wan têne kirin, sîxurî li wan têne ferzkirin û têne qetilkirin.

Li hemberî van êrîşên qirkirinê, dengê berxwedanê bi pêşengiya jin ên ciwan bû rastî û felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî'. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê ya Rêberê me gerdûnî bû, li nava gelan hemûyan bi taybetî jî li nava jinan bû çavkanî."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li ser bingeha vê rastiyê, ew jin ên ciwan pêngava KJK'ê ya bi navê 'Bi Jin, Jiyan, azadî re ber bi şoreşa jinê ve' gelekî girîng dibînin û hate gotin, "Bi navê KJC'ê, bi biryardarî pêşengî û berpirsyariya di vê pêngavê de em ji jin ên ciwan ên welatparêz û dilxwazên azadiyê hemûyan re radigihînin ku bi navê 'Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî' dest bi kampanya jin ên ciwan dikin. Kampanya me wê rengê jin ên ciwan, afirînerî, dînamîzm û enerjiya wan tevlî pêngava KJK'ê bike û azadiyê ji xwe re dike armanc. Armanc ji kampanya nû ew e ku bi pêşengiya jin ên ciwan şoreşa jinê bi rêxistin bikin, biparêzin û mayinde bikin. Li ser vê bingehê bi kampanya 'Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî' bi pêşengiya jin ên ciwan wê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xeta çalakiyan a radîkal bê destnîşankirin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jin ên ciwan hate kirin ku bi ruh û coşa şoreşgerî tevlî vê pêvajoyê bibin.