Kesên ku bêdeng mane, em ê bi qerpika wan bigirin

Sultan Bozkurt ku ji bo keça xwe Newroz Bozkurt ku ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye nobetê digire, got, ''Dema ku tabût derkevin, wê kesên ku li bara vê zilmê bêdeng in jî berpirs bin''.

Yek ji dayika ku li ber Girtîgeha  Gebzeyê nobetê digire,  Sultan Bozkurt hişyarî da û got dibe ku ji girtîgehan tabûr derkevin.

Sultan Bozkurt ji bo keça xwe Newroz Bozkurt ku ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye û ji bo hevalên wê ev 26 roj in nobetê digire. Dayika Sultan ku her carê polîs astengiyê li ber datîne û derbê dixwe, got tecrîda li Imraliyê dest pê kiriye li ser hemû civakê berbelav bûye. Sultan Bozkurt got heta ku tecrîd were rakirin ew biryardar e ku têkoşîna xwe bidomîne.

TAM 21 SAL IN

Sultan Bozkurt ev 21 sal in li pey keça xwe Newroz Bozkurt, ku cezayê miebetê lê hatiye birîn, ji girtîgehekê diçe girtîgeheke dî. Bozkurt 1994'an ji gundê Yucelî yê Qoserî ji bêgavî koç dikin, dibêje, tenê yên ku hilweşîna şer dîtin bi qîmetê aştiyê dizanin. Bozkurt dibêje keça wê ya di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorver de hê zaroktî rûyê hişk ê dewletê dîtiye û keça wê 14 salî hatiye destgîrkirin.

KEÇA MIN PIR KIŞAND..

Dayik Bozkurt gotina amirê polîsan ku li Gebzeyê ew asteng kiribû û gotibûyê, ''ev 20 sal in li hundir e, niha keça te hate bîra te?'', bi bîr xist û got, ''Keça min ev 21 sal in bêhiqûqî ê girtin. Pê li gêrikekê jî nekiriye. Dema ku hatî destgîrkirin 14 salî bû, zarok bû. Ew kirin berpirsa Amedê û 27 rojan êşkenceya giran lê kirin. Ji bo ku dema destgîrkirinê wê nebedî nekin me tim daxwazname dane dozgeriyê. Dema ku ji bêgavî me koç kir keça min bernedan. Dema ku ji Girtîgeha Êlihê derketî hewl dan ku bi wesayitê birevînin. Min pir kişand. Ev polîtîkaya pirnisandinê, qedandinê ye. Lê êdî em dixwazin ev polîtîka biguhere.''

KÊR GIHA HESTÎ

Bozkurt got kêr gihaye hestî, divê Ocalan demildest malbat û parêzerên xwe bibîne û diyar kir heta ku tecrîd neşike ne azadî û ne jî aştî tê. Bozkurt got zarokên wan li ber çavê civakê roj bi roj dihelin.

SOSYALÎST ÇIMA BÊDENG IN

Bozkurt herî dawî bang kir ku her kes bihistyar be û domand, ''Zarokên me li ber mirnê ne. Bila piştre kes nebêje min nebihîst, nedît. Dema ku tabût derketin çi kesê bêdeng mayî wê ji vê berpirs bin û beriya her kesî kesên ku bêdeng mane em ê bi qerpika wan bigirin. Rast e, dewlet dîktator e ti gavê navêje lê hûn çima bêdeng in? Sosyalîst çima bêdeng in? Tirs heta kengî? Bi tirsê mirov nikare xwe ji mirinê xilas bike û wêrekî dikare her tiştî bişkîne. Ne tenê li ser rêzdar Ocalan li ser her kesî tecrîd heye. Kes nikare daxuyaniyeke çapemeniyê bide, kes nikare dengê xwe derxîne. Ev bêdengî heta kû? Divê em bibêjin, êdî bes e. Her kes bila derkeve û destekê bide me dayikan, em vê hovîtiyê bisekinînin..''