KCDP: Di meha Nîsanê de herî kêm 20 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Rawestînin (KCDP) diyar kir ku di meha Nîsanê de 20 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.

Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha Nîsanê weşand. Di raporê de qala tevdîrên ji bo vîrusa koronayê hat kirin û têkildarî bandora van tevdîran  ên li ser jinan ev tişt hat gotin:

“Tevdîra li malê bimîne jinan kiriye zorê û jiyana wan zehmet kiriye. Ji bo vê yekê divê ji bo jinan tevdîrên cuda bên girtin.

Di meha Nîsanê de 20 jin bi awayekî bi guman hatine kuştin û tundiya zayendî û istismara zarokan berdewam kiriye. Sedema qetilkirina 14 jinan nehatiye tespîtkirin. 2 jin bi sedemên aborî 4 jin jî ji ber ku daxwaza lihevkirinê red kirine û berdana xwe xwestine hatine qetilkirin.”

Di dawiya raporê de ji bo pêşîgirtina cînayetên jinan ev hişyarî hat kirin; Heta ku sedemên qetilkirina jinan neyên tespîtkirin, darizandina adîlane pêk neyê û kujer cezayên giran nexwin û tevdîrên peşîgirtina cînayetan pêk neyên dê tundî bi zêdebûn berdewam bike.