KBDH: Li dijî serwerî û faşîzma mêr, di 8'ê Adarê da dakevin qadan

KBDH'ê ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser jiyana jinan gefeke û got, "Heta ku faşîzm û serweriya mêr têk bibin, têkoşîna me wê dewam bike."

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de 8'ê Adarê li jinên têkoşer ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û hemû nasnameyên zayend ên bindest hate pîrozkirin û weke KBDH'ê bi coş hate silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li cografyayên cuda; li Ewropa, Latîn Emerîka, Rojhilata Navîn, Îran, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, li Tirkiyeyê jinên ji neteweyên cuda li dijî heman dijminî, li hemberî qedexeya kurtajê, xizanî, talankirina ked û bedenê, li hemberî desthilatdariyên faşîst, şerê emperyalîst, dagirkerî, tecrîd û serweriya mêr nîşan dan ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' têkoşîn dikare bê meşandin.

Faşîzm û serweriya mêr bi polîtîkayên şer, dagirkerî, krîza aboriyê û zayendîperestiyê li her qadê jinan dorpêç dike. Faşîzma AKP-MHP'ê bi talankirina destketiyên jinan, bi polîtîkayên muxafazakar ên neo-lîberal hewl dide malbatê xurt bike. Bi taybetî li dijî jinan tundiya patriyarkal, destavêtin, destdirêjî, kuştin û rizandina civakî zêde dibe."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku polîtîkayên talankarî û dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP'ê yên li ser Şoreşa Rojava bênavber dewam dikin.

'FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê GEFEKE LI SER JIYANA JINAN'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst û bi serweriya mêr, bi rêya dadgeriya xwe tecawizkaran, kujeran diparêze, lê belê jinên ku xwe diparêzin ceza dike. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo parastina kiryarên tundiyê bi saziyên xwe yên qanûndanîn, rêveberî û dadgeriyê bûn yek."

KDBH'ê ragihand, ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi sîstema xwe ya zordar û zilmê paşerojekê nade jinan û destnîşan kir ku ev desthilatdarî li ser mafê jiyanê yê jinan ên li Tirkiye û Kurdistanê gefeke mezin e."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Mîna beşên din ên civakê, jin jî li hemberî zêdebûna êrîşan ji têkoşînê venagerin. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku şênberiya dijminatiya li jinê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê ye, jin bi heman daxwazê serî hildidin."

'8'Ê ADARÊ LI QADAN BIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê vê sîstema mêtingeriyê teqez têk bibin û li dijî faşîzm û kapîtalîzma patriyarkal banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

Bi vê armancê jî bang li jinan hemûyan hate kirin ku li her devera cîhanê di 8'ê Adarê de dakevin qadan û hate gotin, "Li dijî sîstema bi serweriya mêr li Cîhanê, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê em ê bi raperîn, hêrsa xwe heta ku dijmin bi rengekî topyekûn têk bibin, faşîzm û serweriya mêr têk bibin, têkoşîna xwe dewam bikin."