KBDH: Di sala 2022’an de em ê têkoşîna polîtîk û leşkerî mezin bikin

KBDH’ê diyar kir ku li temamî dinyayê serhildana gelan û jinan dest pê kiriye û peyam dan ku wê di sala 2022’an de jî têkoşîna polîtîk û leşkerî mezin bikin.

KBDH’ ji sala nû peyamek weşand û diyar kir ku li temamî dinyayê serhildana gelan û jinan dest pê kiriye.

Di peyama KBDH’ê de ev tişt derketin pêş: “ Li cihên ku dagirkerî û mêtingerî heye serhildan û berxwedana gelan pêk tê. Çi li qadên ku hatine dagirkirin û çi jî li qadên nehatine dagirkirin herî zêde zext li jinan tê kirin û li gelek deran têkoşîna azadiya jinan bûye çirûskek. Ji Sûdanê heta Efganistanê, ji Îranê heta Filîstin, Hindistan, Polonya, Yewnanistan, Meksîka û Erjantînê serhildana gelan û jinan, berxwedana gerîlayan, çalakiyên milîsên xweparastinê tirsê dixe dilê dagirkeran.

Dewleta Tirk a faşîst jî bi rêya dijminatiya li hemberî Kurdan dixwaze amadekariyê ji dagirkeriya nû re bike. Ji bo ku dîsa Rojava dagir bike ji emperyalîstan destûrê dixwaze. Tirkiyeya faşîst êrişên xwe yên li hemberî Mexmûr, Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên xweser zêde kiriye. Di heman demê de êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didome. Faşîzma AKP û MHP’ê piştî têkçûna li Garê bi hemû derfetên xwe êrişî Avaşîn, Metîna û Zapê kiriye û bi alîkariya PDK’ê gazên kîmyewî bi kar aniye lê dîsa jî li hemberî berxwedana bi heybet a gerîlayan nekariye gavekê jî biavêje.

Îro tişta herî pêwist ev e ku hêrs û serhildana jinan ji bo hilweşandina kapîtalîzm û patriyarkayê were rêxistin û çeperên ji bo têkoşîna rizgariya jinan were avakirin.

Di sala nû ya têkoşînê de em KBDH bang li hemû jinan dikin ku li hemberî tacîz, tecawiz, îstîsmar, qetlîama li ser jinan, şovenîzm, nijadperestî,  êrişên dagirker ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê, hejarî û bêkariyê têkoşînê geş bikin. Ji bo tevlêbûna nav hêzên milîs û gerîla yên têkoşîna me ya yekgirtî em seferber bibin.”