Karayilan: Bingeha komployê qels bûye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku bingeha komploya navneteweyî qels bûye û got, şert û mercên şikandina komployê bi temamî afirîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan roja Şemiyê bû mêvanê bernameyeke taybet a Stêrk TV û bersiv da pirsên Arjîn Ferat.

Karayilan destpêkê cangoriyên ku bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" li dijî komploya navneteweyî bedena xwe kirin xelek ji agir û di şexsê wan de jî şehîdên Şoreşa Kurdistanê hemû bi rêzdarî bi bîr anî.

BI KOMPLOYÊ XWESTIN KU XETA AZADIYÊ YA KURD TASFIYE BIKIN

Karayilan anî ziman, ku bi komploya navneteweyî re di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Kurdên Azad hate kirin û got, "Bi vê armancê tevgera me hate dorpêçkirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 34 dewlet bi rengekî yekser û neyekser tevlî vê komploya navneteweyî bûn. Armanca bingehîn jî qedandina me bû. Ji xwe hêzên komploger temenek ji bo tevgera me destnîşan kirin, hinekan gotin 6 meh, hinekan jî gotin salek.

Lê belê Rêber Apo li Zindana Îmraliyê sekneke gelekî bi wate û dîrokî nîşan da. Hem bi berxwedana xwe û helwesta xwe ya neteweyî, hem jî bi paradîgmaya xwe ya demokratîk ekolojîk azadîparêziya jinê bersiveke dîrokî da komployê. Rêber Apo bi rengekî xurt û têgihiştî ev komplo pûç kir. Bêguman li gel vê yekê kadroyên tevgera me ya azadiyê jî tevlî vê berxwedanê bûn."

'WEZÎFEYA ME YA BINGEHÎN EW E KU KOMPLOYÊ BI TEMAMÎ TÊK BIBIN'

Karayilan destnîşan kir ku berxwedana mezin a li Îmraliyê, ya li çiyê, zindanan û li tevahiya Kurdistanê bûn yek û komplo bêwate kirin, pûç kirin, bi vî rengî nehiştin ku komplo bigihêje armanca xwe û got, "Tevgera azadiyê niha ji her demê bêhtir mezin bûye, xurt bûye. Xeta Rêber Apo niha li Rojhilata Navîn bûye xeta herî xurt. Van hemûyan nîşan da ku komploya navneteweyî negihîştiye armanca xwe, pûç bûye. Lê belê divê em zanin, komplo hatibe pûçkirin jî bi temamî ji holê nehatiye rakirin. Bêguman wezîfeya kadroyên tevgera azadiyê ne tenê şermezarkirina komployê ye. Wezîfeya me ya bingehîn têkbirina komployê bi temamî ye."

Mûrat Karayilan ragihand ku eger komplo heta niha bi temamî nehatibe têkbirin ev yek ji ber kêmasiyên wan e û got, "Têkbirina komployê bi temamî, tenê bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê dibe. Ji ber ku azadiya Rêber Apo û ya Kurdistanê êdî yekpare ne. Kes êdî ji hev cuda nabîne, dijmin bi xwe jî vê qebûl dike. Ji ber vê yekê kengî Rêber Apo û Kurdistan azad bû hingî komplo wê bi temamî hatibe têkbirin. Têkbirina vê komployê û bandora wê li Kurdistanê rojeva me ye. Em zanin ku ji her demê bêhtir em nêzî têkbirina komployê ne. Niha li ser Rêber Apo tecrîdeke mutleq heye. Hebûna vê tecrîdê tê wateya israr û dewamkirina komployê."

Karayilan diyar kir, ku yê tecrîdkirî ne tenê Rêberê Gelê Kurd Ocalan e û got, "Demokrasiya Tirkiyeyê, paşeroja gelên Kurd û Tirk, paşeroja gelên herêmê tecrîdkirî ye."

'TECRÎD BÊ RAKIRIN WÊ DEMOKRASÎ PÊK WERE, FAŞÎZM HILWEŞE'

Karayilan destnîşan kir ku sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê veguheriye sîstemeke qirkirina gelê Kurd û got, "Faşîzm jî dixwaze temenê xwe li ser vê yekê dirêj bike. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya li Tiriyeyê û gelan e. Lewma her kesên li Kurdistanê, Tirkiyeyê û herêmê divê li dijî sîstema tecrîdê têbikoşin. Em baş zanin ku sîstema tecrîda mutleq bê hilweşandin wê faşîzm jî bê hilweşandin. Sîstema faşîst a li Tirkiyeyê, zextên ku li Kurdistanê û herêmê tê meşandin, êrişên tên kirin bi sîstema tecrîdê ya Îmraliyê hatine formulekirin û hemû jî di nava hev de ne. Eger tecrîd bê bidawîkirin wê sîstema fşaîst hilweşe û demokrasî bê Tirkiyeyê. Sîstema tecrîdê êdî xwedî vê wate û girîngiyê ye. Têkoşîna me jî li ser vî esasî ye."

Karayilan destnîşan kir ku eger sîstema faşîst hebûna xwe li ser vê yekê didomîne divê ew jî di sala 22'an de têkoşîna xwe xurtir bikin û komployê bi temamî têk bibin.

ARMANCA ÎRO YA KOMPLOYÊ

Karayilan ragihand, ku dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan, demeke dirêj e ji bo ji nû ve pêkanîna komployê bi gelek dewletan re bazariyê dike û got, "Dewleta Tirk vê carê dixwaze bi komployê re li parçeyên Kurdistanê hemûyan qirkirinê bike. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, komployê li tevahiya Kurdistanê dimeşîne û dixwaze gelê Kurd qir bike, gelê Kurd bêstatu bihêle."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku di vê çarçoveyê de Trûmp û Erdogan, Pûtîn û Erdogan bazariyên qirêj kirin û got, "Li ser vê bingehê di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê dest pê kirin. Ev êriş bi xwe nûkirina komploya navneteweyî bû. Êrişek bi vê armancê bû. Bi vê yekê xwestin ku Şoreşa Rojava bi temamî ji hev belav bike û dagirkeriya dewleta Tirk li herêmê pêk bînin. Ji bo vê yekê dest bi êrişa dagirkeriyê ya 9'ê Cotmehê kirin. Ev yek gavek ji bo nûkirin, berfirehkirin û xurtkirina komployê bû. Lê belê berxwedana hêzên parastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê QSD'ê, berxwedana gelên me yên Kurd, Ereb, Asûr-Suryan, helwesta xwedîderketina li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya raya giştî ya cîhanê li pêşiya vê pêngava komployê bûn asteng. Em dikarin bêjin ku hesabê komplogeran pêk nehat."

'ŞERT Û MERCÊN TÊKBIRINA KOMPLOYÊ JI HER DEMÊ BÊHTIR HENE'

Karayilan diyar kir ku êrişa dagirkeriyê ya li ser Serêkaniyê û Girê Spî gava ji bo mayindekirina komployê bû û got, "Ev yek hîn jî di meriyetê de ye, dest jê bernedane. Lê belê di vê pêvajoyê de hate dîtin ku bingeha komployê qels bûye. Weke ku min beriya niha jî got, 34 dewlet tevlî pêvajoya komployê ya sala 1999'an bûn, kesî dengê xwe dernexist. Hemûyan bi tifaqî ev komplo krin. Lê belê niha jinûve pêkanîna komployê, bi, taybetî jî meşandina komployê li Rojavyaê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve nayê qebûlkirin. Bingeha komployê gelekî qels bûye. Ev yek jî nîşan dide ku bingeha komployê ya navneteweyî bi rengekî giştî qels bûye. Eger em karibin têkoşîna li dijî komployê bi xurtî bimeşîni, hingî şert û merc ji her demê bêhtir hene ku em wan hêzên ku dixwazin xeta Kurdên azad ji holê rakin û komploya navneteweyî têk bibin. Bêguman ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşînê heye."