Di erhdeja 6’ê Sibata 2023’an qewimî de ku navenda wê Mereş e, bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di demek wisan de ku bi sed hezaran kes birîndar bûn û zarok jî di nav de bi hezaran kes winda bûn, Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de, ji bo piştevaniya bi jinên li herêma erdhejê re xebat dan destpêkirin.
Ji aktîvîstên TJA’yê Servîn Karakoç têkildarî kampanyayê nirxandin kir.
PÊWISTIYÊN JINAN NEHATIN PÊŞWAZÎKIRIN
Karakoç qala zoriyên ku jinan di pêvajoya erdhejê de pê re rû bi rû man kir û wiha got: “Divê dadgehên serbixwe û bê alî derbarê berpirsyarên ku bûne sedemê vê karesatê, pêvajoyên edlî bimeşîne. Bi bêyî basîret, hantaltî, kêmahiya koordînasyonê û bêyî înîsiyatîftiyê pêwîstî nehatin pêwîstî nehatin pêşwazîkirin. Tê texmîn kirin ku bi deh hezaran mirovan ji ber mudaxeleya dereng yan jî mudaxele nekirinê jiyana xwe ji dest dan.”
JINAN ZAROKÊN XWE JÎ PARASTIN
Karakoç destnîşan kir ku jinan zarokên xwe ji xwe zêdetir parastin û ev tişt got: “Asta êş û travmaya ku jinê li vir jiya, nayê pîvan. Di mudaxeleyên destpêkê de, têkildarî tedbîrên biyolojîk û jiyana hestiyar a jinan, gelek kêmahî derketin.”
Karakoç bal kişand ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve, wan weke jin çawa xwe koordîne kiriye û wiha pêde çû: “Me weke TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ji roja destpêkê ya erdhejê û vir ve gelek xebat û bername demildest amade kirin û hewl da ku li gorî derfetan bi rêve bibin. Di vê karesatê de bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan jî zirar dîtin.”
Karakoç anî ziman ku kampanyaya ku di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dane destpêkirin, îsal wê li şûna mîtîng û pîrozbahiyan, bi bernameyan piştgiriyê bidin jinên ku ji erdhejê bandor bûne û wiha bilêv kir: “Plana me ya 8’ê Adarê bi dirûşmeya ‘Piştevaniya Jinan Dide Jiyîn’ didome. Li herêmê ji bo jinên ku ji erdhejê bandor bûne, têkildarî temînkirina pakêtên pêwîstiyan xebat hatine meşandin. Alîkariyên me wê biçin Dîlok, Semsûr, Mereş, Hatay, Meletî, Amed, Riha, Edene û Osmaniyeyê. Em ê li hemû bajarên me yên erdhej lê neqewimî, daxuyaniyê bidin çapemeniyê û wê di nava 1-8’ê Adarê de bi şandeya 30 kesî biçin herêma erhdejê.”
Karakoç ragihand ku bi taybetî têkildarî pêwîstiyên jinan ên hîjyenê zanebûnek têrker pêş neketiye û got: “Eger alîkarî bi awayek sîstematîk û baş werin koordînekirin, divê bi awayek herî bi hevseng bên şandina herêmên erdhejê.”
PIŞTEVANÎ DI XWEZAYA MIROV DE HEYE
Karakoç bilêv kir ku ew nûnerên kevneşopiyek a bi piştevaniyê mezin bûne û azad bûne ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştevanî li gorî xwezaya mirov, di encama pêwîstî û dema mirovan ferq kiriye ku nikare bi tena serê xwe bijî de, hatiye keşfkirin. Nexasim eger ez şaş nebim, Arîsto di vê mijarê de wiha dibêje, eger mirov bi tenê were hiştin wê bibe cinawer.”