Kampanya jinên Swêdî ya li dijî destdirêjiyê mezin dibe

Kampanya li dijî destdirêjiya zayendî, ku jinan li Swêdê dane destpêkirin mezin dibe.

Kampanya jinan li Swêdê li dijî destdirêjiya zayendî li medya civakî bi etîketa #Metoo dane destpêkirin, veguherî çalakiyê.

Bi sedan jinên li meydana Sergel a Stockholmê li hev civiyan, ji bo şermezarkirina destdirêjî û zextên zayendî çalakiyeke flash mob li dar xistin.

Di dema çalakiya flash mobê de jin 5 deqeyan bêdeng man, li şûna xwe sekinînin û piştî 10 deqeyan jî kirin qîrînî, li pîspîsk û amûrên cuda xistin. Bi vî rengî destdirêjiya zayendî şermezar kirin û ji rayedaran xwestin ku li dijî destdirêjî û destavêtinê tedbîran bigirin.

Jinên çalakger gotin, wê kampanya xwe ya li ser medya civakî dane destpêkirin berfireh bikin û di vê çarçoveyê de çalakiyan li dar bixin.

JI HEMÛ SEKTORAN JIN TEVLÎ KAMPANYAYÊ BÛN

Kampanya #Metoo li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî destdirêjiya zayendî hat destpêkirin û li gelemperiya cîhanê belav bû. Li Swêdê jî ku yek ji welatên herî pêşketî û wekhev ê cîhanê tê dîtin, kampanyayê dest pê kir. Vê yekê di heman demê de asta destdirêjî û zexta zayendî ya li dijî jinê ya li Swêdê jî raxist pêş çavan.

Polîs û artêş ne di navê de, heta niha ji hemû sektoran jin bi etîketên cuda tevlî kampanyayê bûne. 576 şanogeran du hefte berê bang kirin û 653 stranbêjan jî dan ser şopa wan. Jinên hiqûqnas jî li ser Facebookê kampanya dan destpêkirin û heta niha zêdeyî 12 hezar parêzer û xebatkarên edliyeyê tevlî bûne.

Piştre jinên siyasetmedar, akademîsyen û jinên li sektora pîşesaziyê dixebitin tevlî kampanyay3e bûn. 1382 jinên li dijî destdirêjiya zayendî ya li dêrên li Swêdê derdikevin, her wiha 4 hezar rojnamevanên li sektora medyayê, tevlî kampanyayê bûn.

DESTDIRÊJÎ LI NOBELÊ JÎ XWE DA DER

Destdirêjiya zayendî li Akademiya Swêdê ku xelatên Nobelê belav dike jî der bû. 18 rojnamevanên jin ku raya giştî wan ji nêz ve nas dike, kesekî ku bi Akademiya Swêdê re xwedî têkiliyeke nêz e, bi destdirêjiya zayendî û destavêtinê sûcdar kirin. Vê yekê li Swêdê deng veda.

Desteya Rêveberiya Akademiyê civîneke krîzê pêk anî û ragihand ku wan têkiliya xwe bi kesê navborî re birîne.

DOKTORÊN JIN BANG KIRIN

Herî dawî 10 hezar û 400 doktorên jin gotin, "Pîşeyê doktoriyê ferz dike ku mirov hurmetê nîşanî mirovên din bidin. Hurmeta li bedena mirovên din jî di nava vê ferzkirinê de heye" û xwestin, destdirêjiya zayendî ya li sektora tenduristiyê êdî biqede.

LI SEKTORA MEDYAYÊ ÎSTIFA LI PEY HEV HATIN KIRIN

Li televîzyona dewletê ya Swêdê, li radyoya dewletê ya Swêdê û hin rojnameyên mezin, hin rêveberên di asta şef de bûn, ji ber sûcdariyên destdirêjiya zayendî îstifa kirin.

Di nava kesên ku bi destdirêjiyê tên sûcdarkirin de lîderên berê yên partiyan, parlamenter, rayedarên şaredarî û meclîsa giştî ya bajêr û siyasetmedarên li qedemeyên cuda yên partiyan jî hene.

Endamekî Meclîsa Giştî ya Bajêr a Stockholmê yê ji partiya Moderat, ku bi destdirêjiya zayendî dihate sûcdarkirin, ragihand ku dest ji wezîfeya xwe berdaye.

Midûrê Çandê yê Şaredariyê jî Roger Mogert ku ji Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat e, piştî sûcdariyên destdirêjiyê neçar ma îstifa bike.

Ji Partiya Keskan parlamenter Stefan Nîlsson jî piştî sûcdariyên bi heman rengî neçar ma ji pariya xwe îstifa bike. Lîderê berê yê partiya Çep û parlamenter Lars Ohly jî yek ji wan siyasetmedaran e ku bi destdirêjiyê tê sûcdarkirin.