Jinên Wanî xwedî li Besîme Konca û Mamoste Ayşe derketin

Aktîvîstên TJA'yê yên li Wanê biryara ji parlamenteriyê xistina Besîme Konca û cezayê girtîgehê yê ku dane mamoste Ayşe Çelîk şermezar kirin.

Aktîvîstên TJA’yê yên Wanê ji bo ji parlamenteriya xistina Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca û ji bo cezayê girtîgehê yê ku dane mamoste Ayşe Çelîk ku beriya bi du salan di bernameya TV’yê de gotibû ‘bila zarokan nemirin’ çalakiyeke şermezarkirinê pêk anîn.

Civîn li avahiya Rêxistina Bajêr ê Wanê ya HDP’ê pêk hat.

'ÊRÎŞÊN BI SER JINÊ DE ÎDEOLOJÎK Û POLÎTÎK IN'

Aktîvîsta TJA’yê Handan Karakoyun di civina daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got ji parlamenteriyê xistina Parlamener Besîme Konca nîşan dide hedefa rejîma AKP-Qesrê dîsa jin in. Karakoyun diyar kir, Hevseroka wan Fîgen Yuksekdag, Berdevka Meclîsa wan a Jinê Konca, Nursel Aydogan û Tuba Hezer 4 parlamenterên jin ji parlamenteriyê hatine xistin û got, ‘’ev êrîş êrîşên polîtîk û îdeolojîk ên li dijî têkoşîna jinê ne.’’

'BIRYAR JI BO ME TI HIKMÊ XWE NÎN E'

Karakoyun wiha domand: ‘’Dema ku pergala hevseroktiyê ku hişmendiya zilam-serweriyê ji bin ve dihejîne, dema ku li hemû qadên jiyanê gotin, keda jinê dibe hedef, em li vîna xwe xwedî derketin, derketin kuçeyan, me qebûl nekir, serê xwe netewand. Ti hikmê vê biryarê ji bo me nîn e.’’

CEZAYÊ LI MAMOSTE AYŞE HATE ŞERMEZARKIRIN

Di daxuyaniya çapemeniyê de her wiha cezakirina mamoste Ayşe Çelîk jî hate şermezarkirin, ku mamoste Ayşe Çelîk beriya bi 2 salan di bernameyeke televizyonê ya Tirkan de, bi mebesta ku balê bikişîne ser zarokên ku li Kurdistanê ku bi destê dewleta Tirk têne kuştin, gotibû ‘bila zarok nemirin’. Piştî ku mamoste Ayşe Çelîk gotibû, ‘bila zarok nemirin’ mamoste Ayşe bûbû hedefa kîn û nefreta nîjatperestî û faşîzma Tirk û herî dawî daraz Tirk 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî.