Jinên Urmiyeyê: Divê di hemû qadên jiyanê de wekheviya zayendî pêk were
Jinên Urmiyeyê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek dan û bal kişandin ser şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” û diyar kirin jin êdî li qadan in.
Jinên Urmiyeyê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek dan û bal kişandin ser şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” û diyar kirin jin êdî li qadan in.
Ji 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re tenê çend roj man, li gelek welatên cîhanê jin derdikevin qadan û dengê xwe bilind dikin. Jinên ji Urmiyeyê jî bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku dawî li polîtîkayên mêtingeriyê yên dewleta mêr bê anîn, bal hat kişandin ser şoreşa gelan a bi pêşengiya jinan bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li Îran û Rojhilat.
Di daxuyaniyê de daxwazên hevpar ên jinên Kurd, Tirk, Ermen û Asûrî wiha hatin rêzkirin:
“Divê kar û barên ol û dewletê ji hev bên veqetandin.
* Divê zexta girtina jinan bê rakirin.
* Divê azadiya ramanê bê misogerkirin.
* Divê di siyaset, daraz, perwerde, qada akademîk, hilbijartinan de bi kurtasî di hemû qadên jiyanê de wekheviya zayendî pêk were.
* Li dijî tundiya fizîkî û psîkolojîk a li ser jinê û li dijî qetlîamên jinan divê cezayên giran li kiryaran bên birîn.
*Divê zewaca zarokan beriya 18 saliyê bê qedexekirin.”
Di daxuyaniyê de ku piştî rêzkirina daxwazan berdewam kir, hat destnîşankirin ku şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku li Îran û Rojhilatê dest pê kir, ne tenê li ser Îranê, li ser tevahiya cîhanê bandorek girîng kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev şoreş wê bi ser bikeve, peyama "Jin êdî tinehesibandinê qebûl nakin" hat dayîn.