Jinên TJA û HDP’ê bi mexdûrên erdhejê re li hev civiyan

Jinên TJA û HDP’ê li Îslahiyê û Nûrdaxiyê bi mexdûrên erdhejê re li hev civiyan û peyama "Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin" dan

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nêzî sed jin, piştî daxuyaniya bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li navenda koordînasyona krîzê ya li Îslahiyeyê hat dayîn, li Îslahiye û Nûrdaxiyê bi mexdûrên erdhejê re civiyan. 

Serokwekîla Koma HDP'ê Meraş Daniş Beştaş, Parlementera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû û Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî di nav de jinan ewilî serdana konên li Islahiyeyê kirin. Parlementeran guh li pirsgirêkên jinan kirin û ragihandin ku dê van pirsgirêkên wan li meclîsê nîqaş bikin. 

 Hat diyarkirin ku dewlet û saizyên wê heya 4 rojên ewil jî nehatine Islahiyeyê û parlementeran û jinên bi wan re jî peyama "Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin" dan.

  Di dema serdanê de TIR'ên Xemir ên ji Tirkiye û Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê hatin, hatin valakirin.