Jinên TJA, HDK û HDP'î bi mexdûrên erdhejê re ne

Jinên ji TJA, HDK û HDP'ê yên li Stenbolê, di çarçoveya 8'ê Adarê de ji bo piştgiriyê bidin mexdûrên erdhejê li navçeya Bazarcix a Mereşê ne.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Dem Dema Jinan e, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, bi dirûşma “Hevgirtina jinan dide jiyîn”  tevî alîkariyên kom kirin hatin navçeya Bazarcix a Mereşê. Parlamenterên HDP’ê Dilşat Canbaz, Zuleyha Gulum, Oya Ersoy, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û gelek jinên din li herêmê bi jinan re hatin ba hev û li vir daxuyanî dan.

Aktîvîsta TJA’yê Remziye Alparslan ji ewilî axivî û ev tişt anî ziman: “Em bihêrs in û li dijî zilma li gel tê kirin, em li ber xwe didin. Desthilatdara AKP-MHP’ê gel di bin kavilan de hişt. Em ê bi ruhê Dem Dema Azadiya Jinê ye li dijî pergalê li ber xwe bidin û jinan bi tenê nehêlin.”

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî bal kişand ser meziniya erdhejê û wiha got: “Gelên Tirkiye û Kurdistanê êşa mexdûrên erdhejê hîs dikin. Ev nêzî meheke hewl didin birînên gel derman bikin. Ji bo piştevaniyê em ji Stenbolê hatin. Me ji wir qertên piştevaniyê, peyam û diyariyên biçûk ên rêhevalên xwe yên jin ji wir anîn. Li dijî feraseta ku ne pêdiviyên gel lê pêdiviyên sermayedaran esas digirin, em ji bo piştevaniyê ketin rê. Tevî polîtîkayên cihêkar ên dewletê jî em ê piştevaniyê mezin bikin. Em ê hesaba vê ji îktîdarê bipirsin û birînên xwe bi hev re derman bikin. Em soz didin ku dê jinên bûne mexdûrên erdhejê bi tenê nehêlin.”

Piştî daxuyaniyê jî jinan TIR’ên alîkariyê vala kirin û dest bi belavkirinê kirin.