Jinên Tîrêjên Rojê li 5 bajaran çalakî li dar xistin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li bajarên Tirkiyeyê çalakî kir û şehîdên Parîsê û Silopiyayê bi bîr anî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê de şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîsê û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bîranîn.

Însiyatîfê li ser çalakiyên ku rojên dawî li dar xist, ev agahî parve kir:

"4'ê Çileyê: Li Çerkezkoy a Tekîrdagê otobuseke servîsê ya faşîstên AKP-MHP'î hate şewitandin.

4'ê Çileyê: Li Keşan a Edîrneyê, 6 wesayitên faşîstên Tirk ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

5'ê Çileyê: Li Hendek a Sakaryayê 4 wesayitên servîsê yên endamên tecawizkar ên AKP'ê ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

5'ê Çileyê: Li Gebze ya Kocaeliyê, li dijî febrîqeyeke hilberîna dermanan a karsazekî AKP'î ku firoşkariya narkotîkê dike, bi teqemeniyê çalakiya sabotajê hate kirin. Piştre jî febrîqe hate şewitandin û bi milyonan lîreyê Tirk zerar lê bû.

6'ê Çileyê: Li Beykoz a Stenbolê, cihekî firotina wesayitan a karsazekî AKP'î hate şewitandin. Tevî cihê kar her wiha 9 wesayit jî şewitîn.

6'ê Çileyê: Li Zeytînbûrnû ya Stenbolê 2 wesayitên luks ên faşîstên Tirk û maleke ku hate tespîtkirin fûhûş lê tê kirin ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin. Yên fûhûş dikirin hatin cezakirin."