Jinên şoreşger ên Kurd li Sydneyê hatin bîranîn

Jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin li Sydneyê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Li bajarê Ewûtûralya NCKD Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên 6’ê Çileya 2016’an li Silopiya haitbûn qetilkirin bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Li ser navê Komîsyona Jinan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) axaftin hatin kirin û hate gotin ku bi destê MÎT’a Tirk li Parîsê 3 jinên şoreşger hatin qetilkirin. Hate gotin ku dewleta Fransa ji bo bicihanîna erkê xwe neçare ku qetlîamê ronî bike.

Senetora Berê ya Partiya Keskan a Ewûtûralya Le Rhîannon jî axivî û got: “Qetlîama Parîsê li dilê Ewropayê pêk hat, ev hovîtî ye. Çawa dibe ku dewleta Tirk bi serê xwe li navenda demokrasiyê ya Ewropayê vê pêk bîne? Ev destpêkê bi agahiyên îsitxabaratê yên veşartî yên Fransa û Elmanya pêk hat. Ev hevkarên dewleta Tirk in.”

Rhîannon bang li Serokkomarê Fransa û Wezîrê Karê Derve kir û got: “Divê berpirsên qetlîamê derxînin holê, yan jî wê weke deqek reş li demokrasiya Fransayê bimîne. Divê Wezîrê Karê derve yê Ewûstûralya û Kurdistaniyên li vî welatî dijîn guh bidin vê hewarê û zextê li dewleta Fransa bikin. Em jin dev ji vê qetlîamê naberdin.”