Jinên li Moskowayê: Divê Rûsya bi berpirsyarî tevbigere

Jinên Kurd ên li Rûsyayê ji bo balê bikişînin ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan, bang li hêzên navneteweyî kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Jinên Kurd li paytexta Rûsya Moskowayê li hev civiyan û bi daxuyaniyekê bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Daxuyanî li ber Navenda Çanda Kurd a Moskowayê hate dayin. Tevî jinan, nûnerên saziyên Kurd ên li Moskowayê tevlî çalakiyê bûn.

Seroka Organîzasyona Jinên Kurd Tara Kadir daxuyanî da û diyar kir, tecrîdkirina Ocalan domahiya komploya navneteweyî ye.

Kadir anî ziman, Tirkiye bêyî destûra dewletên di komployê de cih girtin nikare Ocalan tecrîd bike û got, "Lewma di tecrîdkirina Rêberê me de berpirsyariya hêzên navneteweyî bi qasî ya Tirkiyeyê heye."

Kadir diyar kir, bêyî ku tiştek bi kesî were divê dawî li vê polîtîkayê bê anîn û got, "Gelê Kurd îradeya xwe nîşan da û ispat kir ku yekane mûxatabê pirsgirêka Kurd Ocalan e. Em; saziyên li Rûsyayê bang li Rûsya û hêzên navneteweyî hemûyan dikin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê berpirsyariya xwe bi cih bînin."