Jinên Kurd ên li Skandînavyayê wê her hefteyê çalakiyan bikin

Rêxistinên Jinên Kurd ên li Swêd, Fînlandiya û Danîmarkayê, ji bo xwedî li berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê derkevin wê her hefte çalakiyan bikin.

Berdevk û hevserokên rêxistinên jinên Kurd ên li welatên Skandînavyayê, ji bo rêxistinbûna xwe xurt bikin û perwerdeya xwe pêk bînin, dawiya hefteyê li bajarê Uppsala yê Swêdê li hev civiyan.

Ji rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanê 35 jin tevlî kombûnê bûn.

Lêkolîner Sûltan Oger li civînê axivî û diyar kir, ji bo jin karibin hîn bêhtir xwedî li keda xwe derkevin pêwîstî bi perwerdeyê heye.

Oger got, "Em hem jin in, hem jî koçber in. Em li welatê xwe nînin û divê em pêwîstiyên xwe diyar bikin. Jinên Kurd ên ji neçarî koçî Ewropayê kirine, pirsgirêkên cuda dibînin. Ya sereke jî bandora jiyana li welatekî bi çandeke cuda ya li jinan e."

Di civînê de rewşa li Tirkiye, Kurdistan û Rojava hatin nirxandin û têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin.

Jinan bal kişandin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan û biryar dan, her hefte çalakiyan bikin.