Jinên Kurd ên li Rûsyayê tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin

Jinên Kurd ên li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê, tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin.

Jinên Kurd ên li navçeya Platnîrovka ya herêma Krasnodarê ya Rûsyayê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Jinan her wiha hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re jî şermezar kirin.

Necîfe Ahmedova bi navê Meclîsa Jinên Kurd a Krasnodarê axivî û anî ziman ku tecrîda girankirî kiryareke li dijî mirovahiyê ye. Ahmedova got, "Tirsa dewleta Tirk a faşîst ji bandora Rêberê Gelê Kurd li ser bûyerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn e."

Amedova berxwedana li zindanan silav kir û bal kişand ser êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk. Her wiha polîtîkayên PDK'ê yên hevkariya bi dewleta Tirk re şermezar kir û got, "Dewleta Tirk a faşîst xwe dispêre xiyaneta Barzanî û her roj bombeyan li Şengalê û Rojava dibarîne; çi gerîla çi jî sivîl êrişî her kesên Kurd dike."