Jinên Kurd ên ku agirê berxwedanê dadan - 2

Jinên ku di serdemên herî giran ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de meşaleya berxwedanê vêxistin, bi çalakî û şehadeta xwe bûn sedema destpêkirina serdemeke nû.

Mîna pêvajoyên dîrokî yên beriya niha, di dîroka nêz a Tevgera Azadiyê ya Kurd de jî jinan ala berxwedanê hildan û rê li ber serdemeke nû ya têkoşînê vekirin, dîrok nivîsandin. Zekiye Alkan, Rahşan Demîral, Gulnaz Karataş (Bêrîtan), Nîlgun Yildirim (Bêrîvan), Bedriye Taş (Ronahî), Zeynep Kinaci (Zîlan), Sema Yuce, Viyan Soran û Arîn Mîrkan ji wan jinan e. Jiyan û têkoşîna wan bi vî rengî ye:

JIN A KU DIGOT 'AGIRÊ NEWROZÊ HERÎ ZÊDE BI AGIRÊ BEDENA MIROVAN GEŞ DIBE'

Zekiye Alkan sala 1965'an li gundê Akdag ê navçeya Keltîk a Gumuşhaneyê ji dayik bû. Malbata wê ku xizmê Zarîfe û Alîşêr bû ku sala 1920'î pêşengî ji serhildana Koçgirî re kir, piştî ku dewleta Tirk bi xwînê ev berxwedana Kurdan tepisand, sirgûnî Gumuşhaneyê hate kirin. Hîn 8 salî bû malbata wê ji Gumuşhaneyê koçî Erzîncanê ji wir jî koçî Îzmîrê kir. Beşek ji malbata Alkan jî koçî Elmanyayê kir. Wê li Îzmîrê perwerdeya xwe ya lîseyê qedand û sala 1987'an mafê xwendina li Fakulteya Tipê ya li Zanîngeha Dîcle ya Amedê qezenç kir.

Çûyîna Amedê ji bo Zekiye Alkan bêguman rêwîtiyek ji bo keşifkirina nasnameya Kurd û cografya Kurdistanê bû. Piştî ku gihîşt Amedê pirtûka 'Şeva Çaran' xwend ku qala hovîtiya li zindana Amedê ya li ser girtiyên PKK'ê dihate kirin. Bi vî rengî firsend dît ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nas bike.

Di 14'ê Adara 1990'î de piştî ku 13 gerîlayên ARGK'ê li Stewrê hatin qetilkirin, li dû merasîma cenazeyê ji van gerîlayan Kamûran Dundar (Zana) hêzên dewleta Tirk li Nisêbînê teror kir, pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir û vê yekê hêrsa Zekiye Alkan zêdetir kir. Zekiye Alkan 21'ê Adara 1990'î danê nîvro li ser sûrên Amedê bi dirûşma 'Bijî Newroz' bedena xwe da ber agir. Zekiye Alkan bi gotina 'Agirê Newrozê bi qirşikan nayê vêxistin, herî zêde bi agirê bedena mirovan gur dibe' notek li pey xwe hişt. Bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê, lê piştî çend rojan şehîd bû.

JIN A KU 'XWE KIR NEWROZ'

Rahşan Demîrel sala 1975'an li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bû. Hîn zarok bû tevî malbata xwe koçî Îzmîrê kir. Li nava malbateke welatparêz mezin bû, li gel temenê xwe yê biçûk jî dilê wê ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd lê dida.

Piştî ku pîrozbahiya Newrozê ya 21'ê Adara 1992'an ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate tepisandin, bi taybetî li Cizîr û Şirnexê bi dehan Kurd hatin qetilkirin, Rahşan Demîrel biryar li ser çalakiyê da. Di 17 salî de, 22'ê Adara 1992'an li taxa Kadîfekale ya Îzmîrê bedena xwe da ber agir û li ser kartonekê nota 'Li Kadîfekaleyê ez xwe dikim Newroz' li pey xwe hişt. Li ser armanca çalakiya xwe jî bi Kurdî û Tirkî deng li pey xwe hişt.

SEMBOLA BERXWEDANÊ YA LI DIJÎ XIYANETÊ

Gulnaz Karataş ya jî bi navê xwe yê li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd Bêrîtan sala 1971'ê li navçeya Solxan a Çewlikê ji dayik bû. Bêrîtan ku bi eslê xwe ji Dersimê bû dibistanên seretayî û navîn li Xarpêtê qedand û piştre li Zanîngeha Stenbolê li beşa Ziman û Wêje ya Îngiliz perwerdeya xwe dewam kir.

Hingî fikrên çepgirî û şoreşgerî nas kir û sala 1991'ê tevî komek ji hevalên xwe tevlî nava refên ARGK'ê bû. Li Çiyayê Cûdî yekemcar tecrûbeya gerîlatiyê wergirt, piştre derbasî Xakurkê bû û bi kesayetiya xwe ya xurt û ruhê xwe yê çalakger di demeke kurt de derkete pêş. Bêrîtan têkoşîna xwe ya destpêkê li hemberî mejiyê serwer ê mêr da û li nava refên gerîla xeta azadiyê ya jinê parast.

Sala 1992'an PDK'ê bi dewleta Tirk re hevkarî îmze kir û rojên destpêkê yên Cotmehê êrîşên dagirkeriyê destpê kir ku bi navê 'Şerê Mezin ê Başûr' cihê xwe di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd de girt. Yekîneya ku Bêrîtan fermandarî jê re dikir heta dawiya êrîşan li ber xwe da. Di 25'ê Cotmeha 1992'an de piştî ku pêşmergeyan dor li Bêrîtan pêçand, tevî ku cebilxaneya wê qediya jî teslîmbûna li xiyanetê qebûl nekir û bi gotina 'Na ji xiyanetê re' xwe ji zinarekî avêt û çalakiya fedaî kir.

DU JINÊN JI KURDISTANÊ RE BÛN PIR

Du sal piştî çalakiya Rahşan Demîrel li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê di 21'ê Adara 1994'an de şoreşgerên Kurd Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) û Bedriye Taş (Ronahî) bedena xwe dan ber agir. Armanca wan jî rabûna li ber qedexeya dewleta Elman a li ser Newrozê bû. Şehadeta wan hem li Ewropayê hem jî li Kurdistanê deng veda.

Ronahî û Bêrîvan beriya ku şehîd bikevin li pey xwe nameyek hiştin û wiha gotin, "Dewleta Elman mehên dawî bi rengekî eşkere dijminatî ragihandiye. Komeleyên me hatin girtin, rengên me yên neteweyî, alên me yên neteweyî desteser kiriye, bi dehan welatparêzên me girtine. Elmanyayê daye dû nijadperestên Tirk. Herî dawî di meha Newrozê ya sala 1994'an de li bajarên cuda yên Elmanyayê li hemberî welatparêzên Kurd ji Hîtler xerabtir tevgeriya ku vê yekê sebir fûrandiye."

ZÎLAN: ÎDÎAYA MIN A JI BO JIYANÊ GELEKÎ MEZIN E

Zeynep Kinaci yan jî Zîlan di sala 1972'an de li gundê Elmali yê ser bi navenda Meletiyê ji dayik bû. Piştî xwendina li dibistanên seretayî, navîn û lîseyê, li Zanîngeha Înonu ya Meletiyê ji Beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk û Rêbertiyê mezûn bû. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê demekê weke teknîsiyena rontgenê xebitî. Piştre di sala 1994'an de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Li Edeneyê tevlî karên eniyê bû.

Di sala 1995'an de beşdarî nava refên ARGK'ê bû, di 30'ê Hezîrana 1996'an de li navenda Dersimê li dijî leşkerên Tirk çalakiya fedaî lidar xist. Ev çalakiya Zîlan ku di encamê de gelek leşkerên Tirk mirin û bi dehan jî birîndar bûn, dewleta Tirk şoq kir. Zeynep Kinaci ya 24 salî ku li dijî hewldana sûîqesta bombeyî ya 6'ê Gulana 1996'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin ev çalakiya fedaî lidar xist, li pey xwe nameyek hiştibû û li ser armanca xwe wiha gotibû:

"Dixwazim xwedî li berxwedana hevrêyên Mazlûm, Hayrî, Kemal, Ferhat, Besê, Bêrîtan, Bêrîvan û Ronahî derkevim û bibim şopdarên wan. Dixwazim bibim îfadeya daxwaza azadiyê ya gelê xwe. Li dijî polîtîkayên emperyalîzmê yên ku jinê dikin kole, dixwazim bombeyê bi xwe ve biteqînim û hêrsa xwe ya mezin nîşan bidim, bibim sembola vejînê ya jinên Kurd. Îdîaya min a ji bo jiyanê gelekî mezin e. Dixwazim bibim xwedî çalakiyeke mezin û jiyaneke bi wate."

LI DIJÎ TASFIYEKARIYÊ AGIRÊ BERXWEDANÊ

Sema Yuce sala 1971'ê li navenda Agiriyê ji dayik bû. Xwendina dibistana seretayî û lîse li Agiriyê qedand, piştre sala 1987'an Beşa Sosyolojiyê ya ODTU qezenç kir. Dema ku xwendekara pola 3'an bû di sala 1991'ê de tevlî nava refên PKK'ê bû. Sema Yuce ku jiyana wê ya gerîlatiyê kurt dewam kir, di sala 1992'an de bi îxbarê li Agiriyê hate girtin û li li dadgehên dewleta Tirk 22 sal cezayê giran lê hate birîn.

Li zindanan li dijî xeta tasfiyekariyê ya ku li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd dihate ferzkirin Sema Yuce di 21'ê Adara 1998'an de li girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir. Sema Yuce got, 'Ez dixwazim ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê bibim pirek ji agir', li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Cerrahî ya Stenbolê ku bi birîneke giran rakiribûn wê derê di 17'ê Hezîranê de piştî têkoşîna jiyanê ya ji 84 rojan şehîd bû.

NAVÊ SERÎRAKIRINA LI BER KOMPLO Û TECRÎDÊ

Leyla Walî Huseyîn ya jî bi navê xwe yê li nava gelê Kurd tê naskirin Viyan Soran sala 1981'ê li nava malbateke ji eşîra Caf a li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Dibistanên seretayî û navîn li Silêmanî xwend û sala 1997'an tevî xwişka xwe tevlî nava refên PKK'ê bû.

Li çiyayên Kurdistanê bi kesayetiya xwe ya kedkar û têkoşer di demeke kurt de li nava YJA Starê gihîşt asta fermandariyê. Di sala 2004'an de ji Komîteya Jinûve Avakirina PKK'ê re hate hilbijartin. Ji bo dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li Îmraliyê şermezar bike Viyan Soran di 2'ê Sibata 2006'an li Heftanînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

NAVÊ BERXWEDANA LI DIJÎ BARBARIYÊ

Dilara Gênc bi navê xwe yê pê tê naskirin Arîn Mîrkan sala 1992'an li gundê Husê yê navçeya Mabata ya Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Di sala 2007'an de tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kuridstanê bû. Gundê ku lê ji dayik bû ji ber ku bi navê Mîrkan dihate naskirin wê jî paşnavê xwe kir Mîrkan. Di sala 2011'an de piştî ku Şoreşa Rojava destpê kir, vegeriya Rojavayê Kurdistanê û tevlî nava Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) bû. Bi rûkenî, xwîngermî û kesayetiya xwe ya xurt di demeke kurt de bû pêşenga têkoşîna jinê.

Di payîza 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê yên ku êrîşî Kobanê dikirin, gihîştin Girê Miştenûr û di navbera wan û YPG-YPJ'ê de şerekî giran qewimî. Şerê Kobanê di 5'ê Cotmeha 2014'an de gihîşt asta herî bilind û çeteyên dijminê mirovahiyê dixwestin xwe nêzî bajêr bikin. Ji bo Girê Miştenûr bi dest bixin çeteyên DAÎŞ'ê ketin nava liv û tevgerê. Arîn Mîrkan jî li dijî çeteyan di n ava komeke biçûk de li ber xwe da û di dema şer de kete nava çeteyan û çalakiya fedaî kir.

Di vê çalakiyê de bi dehan çete hatin kuştin. Arîn Mîrkan ji bo çeteyên mayî jî bû tirseke mezin. Vê çalakiya Arîn Mîrkan berxwedana dîrokî ya Kobanê gihand asteke cuda û şerê Kurdan ê li dijî çeteyan li cîhanê deng veda. Vê sekna fedaî ya Arîn Mîrkan li nava gelê Kurd û dostên wan bû serhildan ku li cîhanê deng veda.