Jinên Kurd, Efgan, Fars û Belûc li Stockholmê li hev kom bûn

Jinên Kurd, Efgan, Fars û Belûc di semînerê de li hev kom bûn, bal kişandin ser hevpariya êş û rewşa jinan li her derê û destnîşan kirin ku ji her demê bêhtir pêwîstiya jinan bi rêxistiniyê heye.

Di çarçoveya bernameyên ji bo 8'ê adarê, jinên kurd, Efxan, Fars, Belûç û hin kêmneteweyên li Îran û Efganistanê ji bo nîqaşkirina mijarên "Me çi qezenc kir û çi winda kir, rewşa jinan li Efxanistanê", her wiha dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî û Nan, Kar, Azadî bi jinan çi qezenc kir û çi winda kir" li salona Medborgarhuset ya li navenda bajarê Stockholmê hatin gel hev.

Semîner li ser sê beşan pêk hat ku di her beşekê de sê panelîst hebûn. Mijara panelîstên beşa yekem ku bi zimanê Swêdî bû, bi serbabeta "Em bi hev re dikarin çi bikin û jin xwedî roleke çawa ye" ji hêla çalakvana jin Nasia Rehmetî, nivîskara Swêdî Gunîlla Thorgren pêşkêşî kirin.

Panelîstên beşa duyem a semînerê ku bi zimanê Înglîzî bû, li ser mijara, "Rewşa jinên li Efganistanê, pêwîstiya hevgirtin û girîngiya li hev xwedî derketinê" ji hêla siyasetmedara Norwejî Vips Wärn ji partiya çep, ji saziya SAK (komîteya Swêdî û Efganî) Annika Schabbauer û li ser rewşa jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku li ser navê KJAR (Komelga Jinên Azad yên Rojhilatê Kurdistanê) jî weke panelîst Sinûr Huseynî beşdar bû. Di derbarê sîstema KJAR û rewşa jinan li Rojhilatê Kurdistanê axaftin kirin.

Beşa sêyem jî ku bi zimanê Farsî bû, ji hêla sê panelîstan ve ku her sê jî çalakvanên mafê jinan bûn, Mina Rafiq, Nasibah Dai-Tabar û Tahere Sajadi bi mijara, "Dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî û Nan, Kar, Azadî jinan çi qezenc kir û çi winda kir" pêk hat. Di vê beşê de li ser rewşa jinên li Îran û Efganistanê bi berfirehî gotebêj hatin kirin.

Di semîneran de xala hevbeş a hemû panelîstan ew bû ku yekitî û hevgirtina di nava sazî û rêxistinên jinan de bi taybet li Efganistan û Îranê lawaz e û ji her demê zêdetir pêwîstiya jinan bi hevgirtin, xwe perwerdekirin û bi perwerdekirina xwe re, perwerdekirina civakê jî heye.

Panelîstan diyar kirin ku ji bo têkoşîna li dijî Îslama siyasî ku bûye desthilatdar, lazime bi awayeke zelal têkoşîn were kirin û gotin, "Lazime tu carî jin hêviyê bi sîstema baviksalar û hêzên derve neyînin. Ji ber ku ji bo hêzên derve ku tenê li pey berjewendiyên xwe ne, ji bo wan tu ferq nake ku rejîmeke weke Îran be, an jî rejîmeke weke ya Talîbanê be. Ew tenê li berjewendiyên xwe difikirin. Lazime gelê li herêmê vê yekê baş bibîne."

Her wiha hate gotin, "Xebat û jinan gelek e, lê jin bi xwe xwedî li keda xwe dernakevin. Weke mînak têkoşîn û berxwedana jinên li Rojava ya li dîjî daîş DAÎŞ'ê weke nimûne hate nîşandan û hate gotin, 'Lazime jin bibe xwedî îradeya xwe ya li ser bingehê nasnameya xwe."

Ji bo jinên li Efxanistanê hate gotin, "Pêdiviya jinan bi pêşengên rasteqîn a civakê heye, ji ber ku rejîma Talîbanê ji xwe li dijî civakê ye, civak ji xwe hejar e, jin bi deh qatî tê perçiqandin. Bi rêxistinbûna jinan, ji her demê pêhtir pêwîste. Ji ber ku jin li ku dibe bila bibe, êş û rewşa jinan heman tişt e. Her kes xwedî çîrok û rabirdûyeke kêm zêde wek hev e. Em bi lihev xwedî derketin û pêşxistina zanebûna civakî dikarin civakeke baştir ava bikin."

Di dawiya semînerê de bang li jinan hate kirin ku li her derê beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê bibin.