Jinên Kurd dest bi kampanyaya ‘Guhertin’ û ‘Azadiyê’ kirin

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E)  bi dirûşma ‘Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan’dest bi kampanyayekê kirin. TJK-E’yê got: “Ev pêngava wê hemû astegî û hişmendiya li pêşiya civaka azad û jina azad ji holê rake.”

TJK-E ya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê daxuyaniyek dan çapemeniyê, destpêkirina kampanyaya xwe ragihandin. Gelek tevgerên jinan û nûnerên partiyên siyasî tevlî civînê bûn.

starta kampanyaya bi dirûşma ‘Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan’ hate destpêkirin.

TJK-E’yê ev got: “Ev pêngava wê hemû astegî û hişmendiya li pêşiya civaka azad û jina azad ji holê rake. Dîsa li gorî esasê pradîgmaya netewa demokratîk a ramana hestî ya jinê, rêxistinkirin û jiyana xwe ji nû ve ava bike, yekane rêya siberojeke azad ji bo hemû civakê bide destxistine.”