Jinên ku pêşengî ji berxwedana gelê Kurd re kirin -1

Ji Zarîfe heta Leyla Qasim, ji Besê Anûş heta Sakîne Cansiz, ji Zekiye Alkan heta Arîn Mîrkan di dîroka nêz de meşaleya berxwedan û azadiyê ya gelê Kurd ji aliyê jinan ve hate vêxistin.

Di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jin her tim bûne xwedî cihekî girÎng. Li gel lehengiyê her wiha rê nedan teslîmiyetê û bi vî rengî bûn tirsa dilê mêtingerên li Kurdistanê. Jin di vê sedsalê de jî, bi taybetî di têkoşîna azadiyê ya 50 salên dawî de bûn xeleka herî girîng a kevneşopiya berxwedanê ya gelê Kurd.

Li Başûr li Raperînê, li serhildanên Bakur, li şoreşa Rojava û şerê dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAÎŞ'ê de, li Rojhilat jî di têkoşîna azadiyê ya gelan de ku 6 meh in dewam dike, jinên Kurd bi rola pêşengiyê rabûn. Ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê di heman demê de bûn navê azadî û berxwedanê li tevahiya Rojhilata Navîn.

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em jiyan û têkoşîna hin ji jinên pêşeng ên Kurd parve dikin.

BERIYA BERXWEDANÊ 2 JIN

Kela Dimdimê di destpêka sedsala 17'an de li Rojhilatê Kurdistanê weke sembola serhildana li dijî serweriya Îranê derbasî nava dîroka Kurdan bû. Kela ku li ser girekî nêzî Gola Ûrmiyê hatiye çêkirin, destpêka sala 1609'an ji aliyê Emîrê Bradostê Emîrxan Lepzerîn nekeve dest hate tamîrkirin û ji emîrên Kurd ên alîgirên serxwebûnê yên wê demê re bû navendek.

Artêşên Îranê li hemberî hewldana serxwebûnê yên emîrtiyên Kurd di 24'ê Mijdara 1609'an de dor li kelehê girtin. Li gel dorpêç û êrîşên bi mehan jî nekarîn berxwedanê bişikînin. Jinên Kurd pêşengî ji berxwedanê re kirin. Di rojên berxwedanê yên Kela Dimdimê de jinên Kurd Guher Xatûn û Perîzad Xatûn lehengiyeke mezin nîşan dan û şerê ji bo şikandina dorpêçiyê bi rêxistin kirin.

Yek ji van jinan Guher Xatûn tevî kurê xwe Emîrxan di rêveberiya kelehê de bû. Di meha Gulanê ya sala 1610'an de piştî ku gel ji tî û birçîbûna şikest, ji bo keleh bi dest nekeve Guher Xatûn barûtên berê li nava kelehê bi cih kiribû teqand, bi vî rengî beşeke mezin a kelehê hilweşand. Li hemberî artêşên Îranê ku 14'ê Gulana 1610'an gel qir kir, piştî 6 salan di sala 1616'an de vê carê jî Perîzad Xatûn dest bi berxwedanê kir. Bi piştgiriya komek ji leşkerên li derveyî Kela Gimgimê Perîzad Xatûn li dijî leşkerên Îranê şer kir. Berxwedana yekîneyên Perîzad Xatûn piştî 12 rojan hate tepisandin û gelê kelehê careke din hate qirkirin.

YEKEMÎN GERÎLAYA KURD A JIN

Zarîfe ku sala 1882'an li gundê Azgêr ê nehiya Îmranli ya Koçgirî ji dayik bû, di ciwantiyê de bi xizmê xwe Alîşêr re hate zewicandin. Herdu n av Zarîfe û Alîşêr, pêşengî ji serhildana Koçgirî re kirin ku di Adara 1921'ê de destpê kir û meha Hezîranê ji aliyê hêzên mêtinger ên Tirk ve hate tepisandin. Zarîfe ku bi lehengî, wêrekî û şerkeriya xwe bal dikişand, weke gerîlaya destpêkê ya jin a serdemê cihê xwe di dîroka Kurdan de girt.

Yekîneyên artêşa Tirk bi çekên modern navenda serhildanê Koçgirî dorpêç kirin û dest bi qirkirina gel kirin. Gund hatin şewitandin, hilweşandin, bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Zarîfe û Alîşêr ji bo şerekî nû yê azadiyê bidin destpêkirin çûn Dersimê. Li vir jî ku dewleta Tirk di amadekairiya qirkirinê de bû, Zarîfe û Alîşêr di 9'ê Tîrmeha 1937'an de li şikefta Ferî Palxîne bi xiyanetê bi hovane hatin qetilkirin.

DI DEMA FERMANÊ DE JIN A WÊREK A ÊZIDIYAN

Meyan Xatûn ku di dîroka lîderên rûhanî yên Êzidiyan mîr de xwedî roleke girîng e, di sala 1873'an de li gundê Baedre yê Şêxan ji dayik bû. Wê demê yek ji komkujiyên herî mezin li Êzidiyan û Şengalê dihate kirin.

Di sala 1892'an de artêşa Osmanî ya bi serkêşiya Omer Vehbî Paşa, bi piştgiriya hin eşîrên Kurd û Ereb ên Misilman careke din li Şengalê dest bi qirkirinê kir. Paşayê Osmanî Omer Vehbî Paşa fermana herî mezin a 73 fermanên bi serê Êzidiyan ve hat, pêk anî û ji bo bi hezaran Êzidiyên ku Îslamiyet qebûl nekirin fermana kuştinê da, Îslamiyet bi zorê li Şengalê ferz kir.

Meyan Xatûn di vê dema fermanê de bi saya kesayetiya xwe ya wêrek û otorîter de Êzidî li gel hev hişt, piştî ku hevserê wê Mîr Elî Beg sala 1913'an mir, ji ber ku kurê wê hîn zarok bû, wê demê bi erka Mîr rabû. Her wiha di dema mîrbûyîna kurê xwe Saîd Alî Beg û neviyê xwe Mîr Tahsîn Beg de li pişt perdeyê timî lîder bû. Ji bo Laleş careke din ji Êzidiyan re bibe îbadetxane bi erka pêşengiyê rabû. Sala 1956'an dema ku koça dawî kir, di dîroka nêz a Êzidiyan de bû yek ji fîgurên herî girîng ên jin di dîroka Kurdan de.

JIN A KU SERÎ LI BER MÊTINGERIYÊ NETEWAND

Leyla Qasim sala 1952'an li gundê Bamîlî yê bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Dibistanên seretayî û navîn li xaka lê ji dayik bû xwend û perwerdeya mayî jî li paytexta Iraq Bexdayê dewam kir ku tevî malbata xwe di dawiya salên 1960'î de neçar ma koç bike. Leyla Qasim di ciwantiay xwe de fikrê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nas kir û sala 1971'ê dema amadekarî ji zanîngehê re dikir, di 19 saliya xwe de bû endameke çalak a şoreşa Başûrê Kurdistanê.

Leyla Qasim di sala 1971'ê de li Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Bexdayê dest bi perwedeyê kir, pêşengÎ ji karên damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê re kir. Di dema perwerdeya xwe ya zanîngehê de li ser mijarên jiyana wekhev a gelê Kurd mîna gelên din ên li Iraqê û mafên jinan kûr bû. Dema ku Leyla Qasim li Bexdayê diçû zanîngehê peymana xweseriyê ya 11'ê Adara 1970'î dewam dikir ku di navbera Serokdewletê Iraqê Saddam Huseyîn û lîderê PDK'ê Mele Mûstafa Barzanî de hatibû îmzekirin.

Lê belê bi bihara 1974'an de rejîma Saddam Huseyîn peymana ku statuya gelê Kurd nas dikir û mafên çandî û siyasî dida, xera kir û li dijî Kurdan dest bi şer kir. Li gel vî şerê li ser Başûrê Kurdistanê her wiha li hemberî Kurdên li Bexdayê jî zext, êşkence û pêla girtinê destpê kir.

Leyla Qasim û çar hevrêyên wê Cevad Hemevendî, Nerîman Fûad Mestî, Hesen Heme Reşîd û Azad Suleyman Mîran ji bo berxwedana gelê Kurd bi cîhanê bidin bihîstin, di 24'ê Nîsana 1974'an de li Balafirgeha Bexdayê hewl da çalakiya revandina balafirê bikin. Lê belê ji ber ku balafir du saetan dereng ket, çalakiya wan kifş bû û Leyla Qasim tevî çar hevrêyên xwe hate destgîrkirin. Têkildarî her pênc ciwanên Kurd ên êşkenceya giran li wan hate kirin, rejîma Saddam Huseyîn dadgeheke seranserî ava kir û 3'ê Gulana 1974'an cezayê îdamê li wan hate birîn.

Leyla Qasim û çar hevrêyên wê di sibeha 12'ê Gulana 1974'an de hatin darvekirin. Beriya bêne darvekirin li nava çavên celadan nihêrîn û "Ey Reqîb" xwendin. Leyla Qasim ne tenê ji bo gelê Kurd li nava gelên cîhanê hemûyan bû semboleke jinan a serî li ber mêtingerî û zilmê netewand.

ŞEHÎDA DESTPÊKÊ YA TEVGERA AZADIYÊ

Besê Anûş sala 1960'î li gundê Esmapûrû yê navçeya Bazarcix a Mereşê ji dayik bû. Heta pola yekemîn a dibistana navîn xwend. Sala 1978'an piştî komkujiya ku hêzên paramîlîter ên dewleta Tirk li Mereşê kir, tevlî nava refên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bû. Tevlî karên destpêkê yên rêxistinbûna PKK'ê ya li Mereşê bû. Li nava gundan gerîla, gelê Kurd bi taybetî jî jin li dora Têkoşîna Azadiyê kom kir.

Besê Anûş piştî cûntaya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î tevî gelek hevrêyên xwe bû yek ji wan kesan ku hêzên dewleta Tirk lê digeriya. Li ser vê yekê li gel komek ji hevrêyên xwe berê xwe da çiyê. Di nava tevgera PKK'ê de bû yek ji gerîlayên destpêkê yên jin.

Besê Anûş di 17'ê Adara 1981'ê de li nêzî gundê Mûsolar di şerê dijî leşkerên Tirk de şehîd bû. Di heman demê de bû şehîda destpêkê ya jin a tevgera PKK'ê. Xelkê Bazarcixê li gel zext û zilma rejîma 12'ê Îlonê jî xwedî li cenazeyê Besê Anûş derket. Guh neda dorpêçiya leşkerên Tirk û nêzî 3 hezar kesî cenazeyê Anûş ji Bazarcixê birin gundê wê û veşart.

FERMANDARA DESTPÊKÊ YA JIN A GERÎLA

Jineke din a ku beriya sala 1980'î tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû Hanim Yaverkaya (Havva) bû. Di sala 1962'an de li gundê Ûlûyazi yê Hîlwanê ji dayik bû, li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû. Di sala 1978'an de piştî ku Halîl Çavgûn hate qetilkirin, bû yek ji jin ên ciwan ên tevlî berxwedana Hîlwanê bû.

Piştî darbeya 12'ê Îlonê dema ku ji malbat û hevalên wê gelek kes hatin girtin, demekê xwe li Amedê veşart û bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di ser Rojavayê Kurdistanê re derbasî Sûriye û Lubnanê bû. Li vir piştî perwedeya siyasî û leşkerî vegeriya Kurdistanê û bû yek ji şoreşgerên destpêkê yên jin. Piştî ku bi çalakiyên li Dihê û Şemzînanê di 15'ê Tebaxa 1984'an de têkoşîna çekdarî hate destpêkirin, ji Başûr derbasî Botanê bû û bû yek ji gerîlayên jin ên Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK).

Hanim Yaverkaya, piştî ku fermandarê yekîneya herêmî ya li Dihê şehîd bû, bi wezîfeya fermandariyê rabû, bi vî rengî li gorî çavkaniyên PKK'ê weke fermandara destpêkê ya jin cihê xwe di berxwedana gelê Kurd de girt. Di 28'ê Hezîrana 1985'an de li derdora gundê Bana yê Dihê, tevî ku hevalên xwe yên gerîla li dijî artêşa Tirk di şer de şehîd bû. Cenazeyê Hanim Yaverkaya ji aliyê dewleta Tirk ve mîna gerîlayên din ên wê demê şehîd bûn avêtin Newala Qesaba.

JIN A KU JIYANA WÊ TIMÎ ŞER BÛ

Sakîne Cansiz yan jî bi navê xwe yê li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Sara, sala 1958'an li gundê Taxtxal ê Dersimê ji dayik bû. Perwerdeya xwe ya heta lîseyê li Dersimê qedand, di ciwantiyê de fikrên şoreşgerî nas kir. Di nava salên 1970'î de tevlî çalakiyên karkeran bû û ji ber ku pankarta bi nivîsa "Ji Kurdan re Azadî" hilda, li Îzmîrê hate girtin û çend mehan li girtîgehê hate hiştin.

Sakîne Cansiz piştî ku ji girtîgehê derket vegeriya Kurdistanê û tevlî nava wan kesayetan bû ku wê 27'ê Mijdara 1978'an PKK ava kiribûna. Li Xarpêtê di dema karê rêxistinkirinê yê tevgerê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate destgîrkirin, tevî ku bi dehan rojan êşkence lê hate kirin jî gotinek jî negot. Piştre ew şandin zindana Amedê ku wê kiryarên hovane mîna wê li gelek endam û sempatîzanên PKK'ê bihata kirin. Weke şoreşgereke jin a ku li zindanê pêşengî ji berxwedanê re kir, bû rûmeta gelê Kurd. Di sala 1991'ê de azad bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Li gel têkoşîna gerîla demekê li Rojavayê Kurdistanê û qada Rojhilata Navîn pêşengî ji karên tevgerê re kir. Sala 1998'an ew ji Ewropayê re hate şandin. Li Ewropayê li bajarên hemû welatan geriya û di karê rêxistinkirina gelê Kurd û jinên Kurd de gelekî ked da. Sakîne Cansiz 9'ê Çileya 2013'an tevî du jinên hevrêyên xwe Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo jinên bindest hemûyan mîrateya berxwedanê hişt. Bi gotina wê, jiyana wê timî bi şer derbas bû. Jiyana xwe fedayî azadiya jinan û rizgariya gelê Kurd kir.

Sibe: Ji Zekiye Alkan heta Arîn Mîrkan jinên ku agirê berxwedanê dadan...