Jinên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin digihînin malbatên wan

Bi Pêngava Xezeba Firatê re, rizgarkirina jinên ku di destê DAIŞ’ê de rehîn in û di statûya koleyan de ne berdewam dike. YPJ û Konseya Jinan bi xebata hevkar jinên ku hatine rizgarkirin digihînin malbatên wan.

Tebaxa 2014’an di qirkirina Şengalê de gelek jinên Êzîdî ji hêla DAIŞ’ê ve hatin revandin. Piraniya wan anîne Sûriyeyê bajarên ku di dest DAIŞ’ê de ne û di bazarokên koleyan de hatin firotin.

Piranî jî di Pêngava Xezaba Firatê de ji 2014’an ve 85 jê jin 150 Êzîdî bi destê YPG-YPJ’ê hatin rizgarkirin û radestî Meclîsa Gel a Şengalê hatin kirin.

Di vê maweyê de hêzên YPG-YPJ’ê mirovên ku têne azadkirin di ser kampa Newrozê ya Dêrikê re an jî rasterast wan digihînin Şengalê, di vê meha dawî de ev xebat bi Konseya Jinan a Kantona Cizîrê bi hevkarî tê birêvebirin. Di vê mehê de 7 Jinên Êzîdî bi destê konseya jinan radestî Meclîsa Jinan a Şengalê hatin kirin û ew gihandin malbatên wan.

Seroka Desteya Jinan a Cizîrê Emîne Omer têkildarî vê xebatê ji ANF’ê re axivî.

'XEBATA ME JI BO WAN HEMÛ JINAN E KU JI DEST DAIŞÊ TÊNE RIZGARKIRIN'

Emîne Omer diyar kir ku ev xebat hemû jinên ku ji dest DAIŞ’ê hatine rizgarkirin di nav xwe de vedihewîne û got: ‘’Ev mehek e em vê xebatê bi Komîteya Karê Derve ya YPJ’ê re bi hevkarî dikin. Em jinên ku radestî me têne kirin digihînin malbatên wan. Pêşî em lêkolînan dikin. Heke ya ku hatî azadkirin jineke Êzîdî be em têkiliyên bi Meclîsa Jinan a Şengalê re dayînin û radestî wan dikin. Di vê mehê de YPJ 8 jin radestî konseya jinan kirin. Ji van 7 jê jinên Êzîdî bûn û yek jê jî ji Sûriyê bû. Me jî ew gihandin ber destê Meclîsa Jinan a Şengalê. Heta niha ti problem derneketine. Ew jî piştî ku agahiyê didine me bi rojekê têne cem me. Bi kelecaniyekê jinên me pêşwazî dikin. Ji ber ku her dema ku jineke Êzîdî tê azadkirin em jî pir şad dibin.’’

'EM AMADE NE KU DESTEKÊ BIDIN KESÊN KU DIXWAZIN BIMÎNIN'

Omer anî ziman, ew hêza wan heye ji bo jinên ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin karekî bibînin û ji bo wan şertên jiyaneke nû ava bikin. Omer got: ‘’Li gor daxwaza wan em wan digihînin malbatên wan. Heta niha jinên ku anîne cem me hemûyan xwestine ku ew biçin cem malbata xwe. Bi bêseberiyekê dixwestin bigihin xak û malbata xwe. Em jî wiha nêzîkî wan bûn. Lê hêza me heye ku em ji hemû hewcehiyên wan re bibin bersiv. Heke bixwazin dikarin bi me re bimînin û ji bo ku em jiyaneke nû bidine wan em amade ne ku her cure destekê bidine wan. Duh jineke dî jî ya Êzîdî anîne cem me. Me ew jî bi daxwaza wê, bi rêya Meclîsa Jinan a Şengalê gihande malbata wê.’’