Jinên ji Wanê: Em ê bi hêvî û raperînê dest bi 8'ê Adarê bikin

Jinên ji Wanê li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî û got, "Em ê bi hêvî û raperînê, bi xwegirtina li hev dest bi 8'ê Adarê bikin. Em hem di şînê de ne, em jî di raperînê de ne û bi hêrs in."

Jinên li Kurdistanê û Tirkiyeyê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ber erdheja Mereşê kirin roja piştevaniyê. Jinên ji Wanê li ser 8'ê Adarê axivîn û bi bîr xistin ku îsal gelek jinan xizmên xwe ji dest dan.

Aktîvîst Zozan Ozgokçe anî ziman ku ew her sal bi hestên cuda dikevin 8'ê Adarê û got, îsal li 11 bajaran erdhejeke mezin qewimî, wan jî weke gelê Wanê ji dil û mejî ev yek hîs kir. Ozgokçe diyar kir ku mîna erdheja li Wanê di vê erdhejê de jî wan dîtin bê dewlet û saziyê pêwendîdar ên dewletê çiqasî bêker û lawaz in û got, "Tevî vê yekê jî ya ku hêvî da me, piştevaniya me bû. Gelek jinan xizmên xwe ji dest dan. Diêşin û di şînê de ne. Em hemû di şînê de ne. Salên derbasbûyî me digot 'me serî hildane, em di raperînê de ne'. Îsal bi rastî jî em hem di raperînê de ne hem jî di şînê de ne. Ji ber ku vê erdhejê bandor li me hemûyan kir.

Me mirovên xwe ji dest dan. Hiştina mirovan di binê enqazan de bandoreke gelekî mezin li me jinan kir. Lewma em hem di şînê de ne, hem jî di raperînê de ne û bi hêrs in. Bi piştevaniyeke hîn xurtir, bi baweriya dîtina siberojên hîn bi hêvî divê em tevbigerin. Ji ber ku hêvî çavkaniya me ya jiyanê ye. Sala 2011'an di dema erdheja Wanê de ji ber ku me got, 'pereyên erdhejê li ku ye' doz li me vekirin, komeleyên me girtin. Yanî nikarin xwe li civaka sivîl û jin a azad rabigirin. Desthilatdariyeke welê ye ku ji bilî xwe nikare xwe li rêxistiniya 2 kesan rabigire. Bi taybetî ji jinên rêxistinbûyî gelekî ditirsin. Ji ber ku haya wan jê heye ku em bi baweriya xwe vê tevna rêxistiniyê ava dikin, zanin ku em têgihiştî ne. Zanin ku kes wê serî netewîne. Lewma gelekî ji me ditirsin. Em ê ti carî li gorî wan tevnegerin, em ê serê xwe li ber wan netewînin. Em ê di vê 8'ê Adarê de hîn bi hêvî û raperînê xwe li hev bigirin. Baweriya min a bi vê yekê xurt e."

'2023 BILA BIBE SALA TÊKOŞÎNÊ'

Yildiz Tekîn jî hêviya xwe anî ziman ku 2023 ji bo jinan bibe sala têkoşînê, bibe ew sal ku Peymana Stenbolê ji nû ve bê pejirandin. Tekîn bi bîr xist ku hem şer hem jî bûyerên xwezayî bandora herî giran li jinan dikin û got, "Jin dema ku xwe yan jî nirxên xwe diparêzin ya têne qetilkirin yan jî têne girtin. Ez niha li sektora emlaqê dixebitim. Dema ku min dest bi vî karî kir gelek zor û zehmetî dît. Mîna li her qadê li vê sektora kar jî serweriya mêr heye.

Ji bo jiyan qada jiyanê hema bibêjin qet nîne. Nêrîneke welê hebû ku li bendê bûn nikaribim vî karî bikim û dev jê berdim. Ev yek jî min dixist nava fikaran. Ez li ber hemû zehmetiyan rabûm. Eger di sektoreke kar de jin hebe li wir bawerî jî heye. Em jin dema ku karekî dikin neçar dimînin ku li her qada jiyanê têbikoşin. Weke jin divê em li her qadê teqez bibêjin 'ez hem e' Li cihê jin hebe rastî, aştî rehm mû hezkirin heye."

'JIN DIKARIN CÎHANÊ BIGUHERÎNIN'

Endezyar Sumeyye Mînaz jî destnîşan kir ku hêza têkoşînê ya jinê di dema erdhejê de jî hate dîtin. Mînak anî ziman ku wan bi çavên xwe dîtin bê jinên li herêman hemûyan çawa bi dil û can dixebitin û got, "Dema ku jin bibe yek dikarin cîhanê jî biguherînin. Di 8'ê Adarê de divê jin vê hevgirtinê mezintir bikin. Ji ber ku jin li her qadê di asta duyemîn de hatine hiştin. Em jin li qada kar jî di vê rewşê de ne. Mêr nikarin xwe lê rabigirin ku jin li ser linê xwe, bi hêza xwe li ser piyan bimîne. Li dijî serweriya mêr divê jin teqez piştevaniya hev bikin. Divê jin her roj bi ruhê 8'ê Adarê têbikoşin."