Jinên ji gelên cuda li Osnabruckê li hev civiyan

Jinên ji gelên cuda li Osnabruckê li hev civiyan. Jinan di civînê de tundiya li ser jinan, newekhevî û cudakariyê nîqaşkirin û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a jinan

Li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê bi boneya 8’ê Adarê bi tevlêbûna Femînstan, Mala Jinan û jinên Afgan, Ûkranya, Kurd û Îranê ve çalakiyek hat lidarxistin.

Civîn bi dirûşmeya “Frauen voran für ein besseres Leben für alle -für einen Internationalen Frauenstreik” hat lidarxistin.

Însiyatîfa Jinên Kurd a Osnabruck ku tev li hevdîtinê bû, broşura ku di der barê erdheja 6’ê Sibatê ya navend Kurdistanê de amade kiribû, bi beşdaran re parve kir û li ser navê Însiyatifê axaftinek kir.

Di axaftina li ser navê Însiyatifê de îşaret pê tiştên ku mexdûrên edhejê pê re rû bi rû dimînin, qetliamên jinan, îstîsmar û tundiya li ser zarokan û newekheviya jiyana xebatê û siyasetê, kirin.

Di axaftinê de hate diyar kirin ku jinên Kurd li welatên ku lê dimînin, li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê di nava lêgerîna aştî, wekhevî, edalet û demokrasiyê de ne û wiha hat gotin: “Em bi hev re li hemberî tundiya li ser jinan û newekheviya di her qadên jiyanê de têbikoşin. Ger em karibin helwest bigirin, em dikarin di hemû mijarên di jiyana xwe de bi hev re helwest bigirin. Ji bo siberojê, em dikarin di bin yek rêxistina jinan de, ji bo van hemû armancan bi hev re bihêz bibin. Newekheviya li ser jinan li ku derê be bila bibe, li hemberî hemû tundiyên li ser jinan û bêedaletiyê, em bi hev re bihêz in. “

Her wiha bal kişandin ser qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 10 sal berê li Parîsê hatin qetilkirin û wiha berdewam kirin: “Em jin dixwazin baweriya xwe pê qanûnên bingehîn ên li welatên ku em lê dijîn bînin û em naxwazin bên kuştin. Divê qanûnên bingehîn me jinan biparêzin û ji bo mafên me jî derbasdar bin.”

Çalakiya ku wê bi civînan bidome, bi bernameya muzîkê bi dawî bû.