‘Jinên hatine girtin di şertên xerab de tên ragirtin’

DAKAP û Tora Têkoşîna Li Dijî Şîddetê diyar kir 10 jinên ku di 25’ê Nîsanê de hatine girtin, di şertên xerab de tên ragirtin û got “Wê berxwedana jinan desthilatdariyê bişîne.”

Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna Li Dijî Şîdetê ya Amedê têkildarî destgîrkirin û girtinên di 25'ê Nîsanê de, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Pêkhateyên torê û namzeda parlamenteriyê ya Amedê ya Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça tevli daxuyaniyê bûn. Li ser navê jinan ji parêzerên Komeleya Jinan a Rosayê Çîgdem Sevîmlî daxuyanî xwend.

Çîgdem bi bîr xist ku di 25’ê Nîsanê de di encama destgîrkirinan de 10 jin hatin girtin û got, “Gelek parêzer, rojnamevan, hunermend û parêzvanên mafan hatin destgîrkirin û li mal û kargehên girtiyan lêgerînên derqanûnî pêk hatin. Piştre jî bi qedexeya 24 saetan a li ser parêzeran mafê azadî û ewlehiyê hat binpêkirin. Di encama lêpirsînê de 10 jinên ku hatibûn destgîrkirin piştre hatin girtin. Hevalên me yên ku bi van hemû neheqiyan hatin girtin, li wir di nava şert û mercên nemirovî de tên ragirtin. Li girtîgehê ava vexwarinê, paqijî û hemû pêdiviyên jiyanî nayên peydakirin. Bi çewisandina edlî tê armanckirin ku li ser mûxalefetê bandorek birêkûpêk bê çêkirin û demokrasiya ku cewhera rêxistinbûna civakî û civaka sivîl pêk tîne, ji van pêkanînên neheq zirarê dibîne. Em endamên DAKAP'ê û Tora Têkoşîna Li Dijî Şîddetê ya Amedê careke din destnîşan dikin ku em vê çewisandina edlî ya li hemberî hevalên xwe yên jin qebûl nakin û ji bo bidawîkirina pergala baviksalarî em ê her tim li kuçe û kolanan dengê xwe bilind bikin.”

Namzeta parlamenteriyê ya Amedê ya Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça jî got, “Di mehên dawî yên sala 2022’an de jinên ji TJA’yê ji vir hatin girtin. Ji vir bi kelepçe û êşkenceyê hevalên me yên jin  birin Enqereyê. Dema ku di girtîgehê de bûn tu daxwazên wan nehatin cih û dema birin girtîgehê jî mehekê heman cil, av, sabûn û malzemeyên paqijiyê nedan wan. Di 10 salên dawî de polîtîkayên mêtîngeriyê hatin meşandin. Hikûmet dibêje, 'Em ê jinan di malan de bihêlin, guh nedin wan, biryarên parastina wan ji tundiyê hilweşînin'. Ev berxwedana ku ji aliyê jinan ve tê kirin wê di 14’ê Gulanê de Erdogan û alîgirên wî bişînin ser sergoya dîrokê.”