Jinên Efrîn û Şehbayê ji bo 8'ê Adarê meşiyan

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi hezaran jinên Efrîn û Şehbayê, li herêma Şehbayê meşiyan.

Li Herêma Şehbayê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhên, bi hezaran jin bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî, ber bi şoreşa jinê ve“ bi reng û dengê xwe daketin qadan û meşiyan. Di meşê alên Kongra Star, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan. Jinan di meşê de timî dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ berz kirin.

Meş ji gundê Til Qirah dest pê kir û heta bi gundê Til Susinê dewam kir. Li pêşiya Şaredariya Gundê Til Sûsinê piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser giyanê şehîdan axaftin ji aliyê endamên sazî û meclîsan ve hatin kirin. Axaftin ji aliyê Endama Rêveberiya Kongra Star Nisrîn Efrîn, Rêveberiya Desteya Jinan Emîne Mele Hesen û endama Rêveberiya meclîsa Malbata Şehîdan Xedîce Îbo ve hate kirin.

Di axaftinan de şehîd hatin bibîranîn û roja 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên doza azadiyê û hemû jinên cîhanê pîroz kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku ji ber ku jin hevrêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîd Sakîne û hemû şehîdan e wê tu hêz nekare vîna jinan û têkoşîna ku jin dikin, têk bibe.

Jinan da xuyakirin ku siyaseta li ser jinan tê birêvebirin, ji bo şikandina îradeya jinan, jin li seranserê Kurdistanê tên armanckirin, lê divê hemû bi hev re bibin yek da ku bi ser bikevin.