Jinên Dersimî: Em ê hesabê vê karesatê bipirsin

Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê li Kuçeya Hunerê li hev kom bûn, heya Qada Seyîd Riza meşiyan û gotin: "Em ji bo jiyana wekhev û azad, îro ro bi piştevaniyê birînên xwe dipêçin. Em jin soz didin ku em ê hesabê vê karesatê bipirsin.“

Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê li Kuçeya Hunerê li hev kom bûn, heya Qada Seyîd Riza meşiyan. Bi sedan jin ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hev kom bûn. Jinan dowîzên li ser "hikûmet îstifa", "jin jiyan azadî", "ne erdhej, pergala we ya rantuxr mirov kuştin" nivîsandî bilind kirin û di meşê de tim dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "hikûmet îstifa" û "Gulîstan Dokû li ku ye?" berz kirin.

Meş li Qada Seyîd Riza bi daxuyaniyê bi dawî bû.

Sekretera Egîtîm-Se a Şaxa Dersimê Raîfe Yilmazê metna daxuyaniyê xwend.Yilmazê bal kişand ser piştevaniya jinê û got: "Îro jinên cîhanê, ji bo jiyanê û cîhanê biguherînin, ji bo rêxistinkirinê qadan tije dikin û bi dengekî bilind diqîrin, dibêjin 'ez hebûm, heme û ez ê hebim.' Dengê xwe ji bo wekhevî, edalet, azad, ked, aştî û piştevaniyê dikin yek. Bijî 8'ê Adarê, bijî piştevaniya jinê."

Yilmazê di berdewama daxuyaniyê de got: "Me 8'ê Adarê bi kewgirî pêşwazî kir. Êşa giran e, em dilşikestî ne, lê hêrsa me zîndî ye. Bi deh hezaran mirovên me birîndar û bi milyonan mirovên me ji bêgavî koç kirin. Li deh bajarên bandor ji erdhejê girtin, mirovên me ji ber rantxurî û efûya îmarê mirin. Ev îhmalkarî ye, ev cinayet e."

Yilmazê bal kişand ser rewşa jin û zarokên mexdûrê erdhejê jî. Yilmazê di dawiyê de ji bo xurtkirina piştevaniyê bang kir û got: "Em ji bo jiyana wekhev û azad, îro ro bi piştevaniyê birînên xwe dipêçin. Em jin soz didin ku em ê hesabê vê karesatê bipirsin. Ji bo jiyana ku me ew heq kiriye, em jib o têkoşînê bang li hemû jinan dikin."