Jinên Şengalî: Em bi xelkê Mexmûrê re ne

TAJÊ û Yekitiya Jinên Ciwan, êrîşên hemberî Mexmûrê protesto kirin û got: ‘’Mexmûr ne bi tenê ye. Em bi xelkê Mexmûrê re ne.’’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê diyar kir ku êrîşên liser Mexmûrê ji hewildanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ên li ser Şengalê ne qut in û got: “Li hember van planan heta bi hetayê em ê li ber xwe bidin.’’

Ji serê sibehê ve ye ku hikûmeta Iraqê dixwaze dorê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) bigire. Li hember vê hewildanê bi hezaran şeniyên Mexmûrê kon vedane û li ber xwe didin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi xelkê Mexmûrê re nîşan da.

Daxuyanî li Navenda Şengalê, ji aliyê Berdevka Yekitiya Ciwanên Şengalê Sara Botan ve hate dayîn. Botan di serî de berxwedaniya gelê Mexmûrê silav kir û got: “Ev hewildanên hikumeta Iraqê yên li hember Mexmûrê êrîş in û em van êrîşan şermezar dikin. Em Êzidî û bi taybetî jinên ciwan  van êrîşan li ser xwe dibînin. Ev planên hevbeş ên dewleta Tirk û Iraqê ne li hember Şengalê û Mexmûrê tên kirin. Wek tê zanîn bi salan e gelê me yê Mexmûrê bi awayeke bêhempa têdikoşe û li ber xwe dide. Hikumeta Iraqê jî wê nekare bi van planên xwe yên qirêj îradeya gelê Mexmûrê bişikîne.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî jî Dayê Wethê axivî û got: “Em gelê Şengalê kengê rastî êrîşan hatibin, gelê Mexmûrê beriya her kesê li me xwedî deketiye û piştgiriya me kiriye. Em jî piştgiriya xwe ya bi gelê xwe yê Mexmûrê re didin diyarkirin û dibêjin ku gelê Mexmûrê ne bi tenê ye. Gelê Mexmûrê, ji ber zilmê  koçberî Iraqê bûye, eva niha li hember gelê Mexmûrê tê kirin bêedaletî ye û divê ev pilan bên sekinandin. Ev planên dorpêçkirinê hemwext in bi êrîşên li ser Şengalê re. Ji bo ev plan pêk neyên em ê heta bi dawiyê li ber xwe bidin.’’