Jinan serdana Emîne Şenyaşar kirin

Dayikên Aştiyê, Platforma Jinan a Rihayê, Parlamenterên HDP‘ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê serdana Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar kirin.

Dayikên Aştiyê, Platforma Jinan a Rihayê, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, Meclîsa Xwendekaran û Meclîsa Ciwanên HDP, piştî daxuyaniya 8’ê Adarê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê serdana Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar kirin.

Jin bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” ji Qada Topçû heta ber Edliyeya Rihayê ku Emîne Şenyaşar lê nobedê digire meşiyan.

Di serdanê de Dayika Aştiyê Adalet Çay axivî. Çay di destpêkê de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Eminê Şenyaşar 2 sal in di çalakiya nobeda edaletê de ye. Lê heta niha daxwaza wê ya edaletê bi cih nehatiye. Em jî li ser navê dayikên aştiye edaletê û aştiye dixwazin û dibêjin bila edî tu dayik negrîn. Heta dawiyê em ê li cem dayika Emîne bin.”

Emîne Şenyaşar ji bo serdanê spasiyên xwe li jinan kir û got: “Edî bes e bila edalet pêk were. Ji hemû kesî re edaletê dixwazim. Bila êdî lawê min bê berdan. Mirov di nexweşxaneyan de nayên kuştin. Desthilat jî piştgiriya kujeran dike.”

Meclîsa Ciwanên HDP û Meclîsa Xwendekarên Zanîngehê jî li ber edliyeyê serdana malbata Şenyaşar kirin. Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Senem Eriş axivî û bi lêv kir ku malbata Şenyaşar ev 716 roj in di çalakiya nobeda edaletê de ye û 8’ê Adarê diyarî Emîne Şenyaşar dikin û wiha got: “Heta daxwaza edaletê ya dayika Emîne bi cih were û kûjer bên darizandin em ê li cem dayika Emîne bin. Em ê xwedî li têkoşîna dayika Emîne derkevin û mezin bikin.”