Jinan li Washîngtonê Trûmp protesto kirin

Li paytexta DYE Washîngtonê, 4'emîn 'Meşa Jinê' doh hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku bi hezaran jin beşdar bûn, polîtîkayên Serokê DYE'yê Donald Trûmp hatin şermezarkirin.

Li DYE'yê di çarçoveya 4'emîn a 'Meşa Jinê' de çalakiyek hate lidarxistin. Jinên ku beşdarî meşê bûn polîtîkayên Trûmp şermezar kirin.

Kîm Ellîott a ji Washîngtonê li dowîza ku hilda gotina "Ji sê sal beriya niha bêhtir ditirsim" nivîsî. Ellîott ji AFP'ê re axivî û got, "Em zanîbûn ku Trûmp wê hîn bêhtir tirsnak bibe, lê belê em pê nehesiya ku wê çiqasî metirsîdar be."

Jinên femînîst jî ji 7 heta 77 salî li pişt Qesra Spî stran gotin û tevî serma û berfê tevlî çalakiya şermezarkirinê bûn.