Endama Kordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê axivî û diyar kir ku di salên dawîn 8’ê adarê bûye roja berxwedanê û got: "Ji bo mafê xwe û hebûna xwe jin bûn yek û li dijî desthilatdariyê dest bi berxwedanê kir. Ji salên destpêkê, roj bi roj û sal bi sal têkoşîna jinan her diçe bihêztir dibe û jin hemû dibin yek."
Macîde Hesûn anî ziman ku çawa jinan serî li ber tundiyê rakirine, wê her serî rabikin û wiha axivî: "Tevî siyaseta qirêj a li dijî jinan, li hemberî tundî û destdirêjiyê jinan serî rakirin û dan ser şopa berxwedanê. Salên dawîn her tundî li jinan bûye û hatine qetilkirin. Bo mînak; Komkujî li Parîsê hat kirin. Ev komkujî hema wisa jixweber nehat kirin, bi destên desthilatdariyên dixwazin jin di her warî de nezan bimînin, hat kirin. Lê jinan serî rakir û bi guliyên porê Jîna Emîniyê şoreş kir û li hemû cîhanê belav bû. Lê tevî siyaseta qirêj a berpêyî jina, her gavên dîrokî ber bi azadî û edaletê ve avêtiye û tirs xistiye dilê dijmin."
‘JINAN NÎŞAN DAN KU DI HER WARÎ DE HENE’
Jinan, xwe di hemû waran de îsbat kiriye; zincîra koletiyê qetandiye û daye ser şopa berxwedanê. Tu zilam jî naxwaze ku jin jê zanatir bibe lê jinan di hemû warên jiyanê de xwe birêxistin kir û têkoşiyan. Desthilatdaran, her xwest ku jinan têxin bin serweriya xwe û fam û feraset 5 hezar sal berê bînin.’’
’JINA AZAD, CIVAKA AZAD E’
Rêber Apo yê xwediya dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’, wiha dibêje: ‘’Jina azadi civaka azad e. Jinan jî bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ dest bi berxwedanê kir. Bi vê dirûşmeyê hemû cîhan bizivî, dîrok careke din dubare dibe. Dema em dibêjin ‘Jin, jiyan,azadî’, hevgirtina jinan diyar dibe. Li seranserê cîhanê jinan ji bo Jîna Emîniyê guliyên porê xwe jê kirin.’’
‘EM BI DIRÛŞMEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ CIVAKEKE ADILANE AVA BIKIN’
Macîde Hesûn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku jinan ji 11 sal berê ta bi niha xwe îsbat kiriye û cih di nava astên herî bilind de girtiye û gotina xwe wiha qedand: ‘’Jinên berxwedêr, çawa li ber DAÎŞ’ê rabûn û ew tune kir, bûn mînak. Jinan, li Kobanê jî nîşan da ku dest bi şoreşê kiriye. Bûn hevserok û gihîştin astên herî bilind. Jinên Kurd ji bo jinên din mînak in. Em jin, bi dirûşmeya ‘Jin, jin, azadî’yê em ê bigihîjin pergal ku tundiyê tu car qebûl nake û em ê xwe bi xwe azad bikin.’’