Jinan li Brukselê ji bo Peymana Stenbolê çalakî kirin

Li paytexta Belçîka Brukselê jinan ji bo ku ji Peymana Stenbolê xwe vekişandine hikûmeta Tirk şermezar kirin.

Jin bi banga li medyaya dijîtal a bi navê ''SaveIstanbulConventionBelgium'' hatin cem hev, xwestin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyî biryara betalkirinê paş ve bistîne.

Di çalakiyê de ya liber gara trênê ya Centralê zêdebûna tundiya li ser jinan a li Tirkiyê û gelek deverên cîhanê hate destnîşankirin.

Di çalakiyê pêvalên sor ku kuştina jinan vedibêjin û dowîzên ku navê wan li ser hatin hildan, di axaftinan de hate xwestin ku Peymana Stenbolê bi rengekî karîger were bicihanîn.

Jinan bang kir û gotin, ''Betalkirina Peymana Stenbolê demildest divê paş ve were kişandin.''