Jinan li Şengalê bi boneya 25’ê Mijdarê meşek lidarxistin

Di meşa ku bi boneya 25’ê Mijdarê li Şengalê hat lidarxistin de banga têkoşîna hevbeş hat kirin.

Li Şengalê jinên Êzidî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê bi pêşengiya Tevgara Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) meşiyan. Di meşa bi sedan jin tevlî bûn de, alên YJŞ, TAJÊ û rêxistinên jinan hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên weke; “Jin Jiyan Azadî’ û ‘Jin Jiyane Jiyanê nekujin” hatin berzkirin.

Piştî ku meş li navenda Şengalê destpêkir û gihîşte Çerxerêya Yermûkê daxuyanî hate dayîn. Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Rîham Hiço daxuyanî da. Hiço di serî de  şîdeta li ser jinê şermezar kir û wiha dewam kir “Jin  bi berdewamî rastî şîdetê tên, ne tenê di vê rojê de. Lê em dixwazin di vê rojê de bidin diyakirin ku şîdet bê navber berdewame. Dema em dibêjin şîdet gelek aliyên wê hene. Him fîzîkî û him jî derûnî heye. Ev  şîdeta ku li ser jinê tê  rêvebirin li her derê tê ferzkirin. Ne tenê li  cihekî.”

Rîham Hiço li dijî şîdeta li hemberî jinan banga têkoşîna hevpar li tevahiya jinên cîhanê kir.

Piştî daxuyaniyê meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.