Jinan gotin: Biryara derbarê Çîlemê piştgiriya faîl e

Jinan ku ji bo protestokirina biryara dadgehê ya 15 sal ceza girtîgehê danî Çîlem Dogan daketin qadan û gotin: “Heya ku beraat a Çîlem tê emê têkoşîna xwe bidomînin.”

Jinan bi armanca şermezarkirina erêkirina biryara ceza girtgîgehê ya 15 salan a ji Çîlem Dogan a ku sala 2015’an li Edenê di çarçoveya xweparastinê de Hasan Karabûlût ê ku şîdetekî sîstematîk li hemberî wê pêk dianî û ew neçarî fûhûşê dikir kuştibû hatî dayin, li gelek bajaran daketin qadan û piştgirî dan Dogan.

EDENE

Platforma Jin a Edenê li Parka Înonu bi dirûşmeya “Wê birjangên me nekevin erdê, destên me di nav destê Çîlem de ye” daxuyaniyek dan çapemeniyê û bertek nîşanî erêkirina biryara 15 sal cezaya girtîgehê ya danî Çîlem Dogan dan.

Di daxuyaniyê de her wiha cezakirina Doganê hat şermezarkirin û hate gotin ku parastina jiyanê ne sûc e.

MERSÎN

Platforma Jinan a Mêrsînê jî bi heman armancî erêkirina cezayê protesto kir.

Jinên platformê li Bûlvara GMK ya Pozcû hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta “Xweparastin mafe nayê cezakirin, Ji Çîlem Dogan re azadî” hat vekirin. Her wiha dirûşmeyên “Ne edaleta zilam edaleta rastiyê”, “Ji Çîlem Dogan re azadî, ji jinan re azadî”, “Bijî piştevaniya jinê”, “Em natirsinû bêdeng nabin û îtaetê nakin”, “Xweparastin maf e, nayê cezakirin” û “Cînayetên jinan polîtîk e” hatin berzkirin.

ANTALYA

Platforma Jinê ya Antalyayê jî bi dirûşmeya “Wê birjangên me nekevin erdê, destên me di nav destê Çîlem de ye” dauyaniyek da û bertek nîşanî biryara dadgehê ya li ser Çîlem Dogan da. Platformê diyar kir ku heya beraata Çîlem bê ewê têkoşîna xwe bidomînin û hem hêvî û hem jî berxwedaniyê bilind bikin.

ENQERE

Platforma Jinê ya Enqerê jî bi heman mebestê li Cadeya Sakarya çalakiyek lidarxist û biryar protesto kir. Di çalakiyê de pankarta “Parastina jiyanê ne sûc e, nayê girtin” hat hilgirtin û dirûşmeyên “Ne jinan, kujeran darizîne” û “Jin bi hevre bihêz in” berzkirin.

Endama platformê Sînejan Kûrt daxuyanî xwend û peyama piştewaniyê da.