Jinan di roja destpêkê ya erdhejê de, alîkarî dan

Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Esenyali banga piştevaniyê kir û got: “Gel û jinan ji bo piştevaniyê tevî hemû xizaniyê jî alîkarî dan.”

Jinan hem ji bo pêçana birînên erdhejê û hem jî pêçana birînên xwe, piştevanî derxistin plana pêş û mehek derbas kirin. Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Esenyalî li Esenyaliya Stenbolê ji roja destpêkê ve hewl dide ku alîkariyên ji bo erdhejê organîze bike.

Ev komeleya jinan li semtek xizan a Stenbolê ye û di demek kurt alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê şand. Endama Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Esenyaliyê Adîle Dogan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji roja despêkê ya erdhejê ve banga alîkariyê kirin û bi hezaran kesan bersiva banga wan da. Dogan wiha pêde çû: “Dema ku em bi wê karesatê ji xew rabûn, tişta yekem hatî hişê me piştevanî bû. Ev refleksek e, ji ber ku mixabin li welêt gelek karesat diqewimin. Ji roja destpêkê ve, gelek mirovan xwe gihand me. Ti tişên pêwîst ên di destê wan de heyî, gihandin me.”

Adîle Dogan destnîşan kir ku jin ji roja destpêkê ve piştevaniyê dikin û ev tişt ragihandin: “Me ev yek baş dizanî; Bi sedan jin wê bi tenê mabûna. Ji ber ku erdhejên berî niha yên Îzmîr, Wan û Elezîzê ev yek nîşanî me dan. Refleksên mîna hinek kesan, bi lez komkirina pereyan nebû. Me ji mirovan xwestibû ku tiştên pêwîst ên di destê wan de çi heye, bila bînin. Jinan bi piştevaniyek di navbera xwe de jî, alîkarî gihandin komeleya me.”

‘ME ALÎKARÎ ŞANDIN DÎLOKÊ’

Dogan anî ziman ku ji bo alîkariyan bi awayek bi ewle bişînin, li Dîlokê bi du noqteyan re peywendî çêkirine û wiha dom kir: “Me di demek kurt de alîkarî kom kirn. Lê li aliyekî jî fikara desteserbûna alîkariyan, pirsgirêka gihiştine yan ne gihiştine hebû. Mirovan dixwest ku alîkariyên wan bi awayek bi ewle bigihijin wir. Me jî li Dîlokê bi du cihan re peywendî çêkir. Yek ji van sendîkaya BÎRTEKSEN bû. Sendîkayê hem endamên wan jiyana xwe ji dest dabûn û hem jî piştevaniyek zêde dabû xelkê li wir. Cihê din jî Komeleya Nar Sanatê bû. Me bi van her du saziyan re piştevanî çêkir û alîkariyên me gihiştin wan.”

‘EM Ê 5’Ê ADARÊ LI QADAN BIN’

Adîle Dogan ragihand ku wê piştevaniyê bidomînin, wê 5’ê Adarê tevlî mîtîngê jî bibin û got: “Em ê li pêçana birînên dewam bikin. Her wiha em piştgiriyê didin kampanyaya ‘Em bi pira xwişktiyê jiyanê ji nû ve ava dikin’ ku Ekmek Gulê dabû destpêkirin. Li gel van hemû tiştan jî 8’ê Adarê li pêşiya me ye. Em her sal pîrozbahiyê dikin, lê îsal me biryar da ku em 8’ê Adarê pîroz nekin. Em ê 8’ê Adarê di demek pêş de bi forûmek nû pêk bînin. Beriya wê jî 5’ê Adarê em ê weke Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Esenyaliyê bi hemû hêza xwe, xwişk, zarok û hemû gelê herêmê yên jiyana xwe ji dest dan, ji Qada Kartalê silav bikin.”