Jin wê li Swîsreyê di Festîvala Sakîne Cansiz de li hev bicivin

8'emîn Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz îsal li bajarê Zurîch ê Swîsreyê tê lidarxistin.

8'emîn Festîvala Sakîne Cansiz wê îsal 22'ê Tebaxê li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê li navnîşana Zeûghaûsareal, Kanonengasse 20, 8004 Zurîchê (1 Maî Platz) bê lidarxistin.

Ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd û PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin. Ji bo bîranîna hersê şoreşgeran her sal li Swîsreyê Festîvala Sakîne Cansiz tê lidarxistin.

Festîval bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) ji aliyê platformên jinan ên Swîsreyî, Kurdistanî, Tirkiyeyî û koçber ve pêk tê ku 38 sazî di nav de ne. Dirûşma îsal a festîvalê jî wiha ye: "Li dijî qirkirina jinê, em berxwedanê mezin bikin."

Di festîvalê de ku wê 22'ê Tebaxê roja Yekşemê pêk were Kewê, Jala, Dîlan Top, Vengê Destar, Hozan Gulan, Medî û gelek hunermendên din derkevin ser dikê. Her wiha POP Chestra (Pêşandana Opera), komên defê û govendê, performansa Flemenco-Tanz wê bêne nîşandan.

Li binê konê gelêrî jî wê qala kevneşopiya dengbêjiyê bê kirin. Ji bo zarokan jî atolyeyên boyaxkirinê û lîstikê hatine plankirin. Bi peyker, wêne, bÎlboardên li qada festîvalê jî wê qala dîroka Kurd û Kurdistanê were kirin.

Têkildarî têkoşîna Sakîne Cansiz, têkoşîna jinê ya li Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê û rewşa jinên koçber li Swîsreyê wê panel bêne lidarxistin.

BANGA JI BO TEVLÎBÛNÊ

Komîteya Amadekar a Festîvalê ji bo tevlîbûna xurt a li festîvalê bang kir: "Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz û jinên cîhanê yên berxwedêr ên hatin qetilkirin, em ê festîvala xwe ya 8'emîn li dar bixin. Bi naveroka xwe ya dewlemend em ê xîtabî her jinê bikin. Di serî de jinên Kurd em bang li jinên li Swîsreyê hemûyan dikin ku tevlî festîvalê bibin."

SAZIYÊN KU FESTÎVALÊ LI DAR DIXIN

YJK-S, TêkoJIN, Kongreya Star, Defend Kurdistan, Rosara, Women Defend Rojava, Medico International, Fraun Lesben Kasama, Fist, PDA, Yenî Kadin, Kolektîfa Mor Sor, Frauenstreik, Kolektive Zurich, Solifonds, Frauenbundnis, Weltfrauenkonferenz, Frauencafe, SKB, Brückenschlag Zürich-Amed, Labyrinthplatz, ADKH, BASTA, SP, AL, Pîrhebokên Kampusê, FEDA, Revolutionäres Queer Feministisches Bundis Basel, Grune, Kevana Zêrîn, Mor Verein.