Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve - HATE NÛKIRIN - II

Li gelek navendên Ewropayê jinên Kurd bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve” daketin qadan.

Li gelek navendên Ewropayê, jinên Kurd bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve” daketin qadan û 8’ê Adarê, bi meş, daxuyanî û mîtîngan pîroz kirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi meşeke bi heybet hat pîrozkirin.

Tevgera Jinan û sendîka li Fransayê dekatin qadan. Xwepêşandana herî bi heybet li Parîsê bû. Li Parîsê, jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) ji ber Navenda Çanda Kurda ya Ahmet Kaya heta qada Républîqûe ve meşiyan.

Jinan erbanên li ser ”Ez Evîn Goyî me” nivîsandî hilgirtin. Gava meşê bêyî navber daxwaz ji bo edaletê hat kirin.

Jin, cil û bergên neteweyî tev li mîtîngê bû û dirûşmeya ”Jin jiyan azadî” berz kir. Di mîtîngê de pankartên wêneyên Sara, Rojbîn û Rônahî û Evîn Goyî li ser, hatin hildan û qetilkirina jinan hat şermezarkirin.

Li qada Républîqûeyê bi sendîkayan re ber bi qada Natîonê ve li meşê hat dewamkirin. Di meşê de bertek nîşanê qirkirina jinan û yasaya teqawîdiyê hat dayîn û peyamên ji bo pîştevaniya navneteweyî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de daxwaza azadiyê hat kirin û dirûşmeya ”Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya TJK-E Marsîlyayê û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi meş û mîtîngê hat pîrozkirin.

Saziyên jinan ên li Marsîlyayê û gelek kes tev li meşê bûn. Meş, ji qada Canabîere dest pê kir, li qada Vîeûx Portê bi mîtîngê dewam kir. Zîlan Rojava ku di mîtîngê de axivî, diyar kir ku ew şahiya 8’ê Adarê ya îsal, di şexsê Evîn Goyî de ku li Parîsê hat qetilkirin, dikin diyarî ji bo hemû jinan. Rojava destnîşan kir ku jinên Kurd, bi perspektîfa ”Jin azad nebin, civak azad nabe” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengiyê ji şoreşa jinan re dikin.

Di mîtîngê de banga tevlêbûna kongreya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan hat kirin. Kongre di 12’ê Adarê de wê bê lidarxistin.

ERÎVAN

Li patexta Ermenistan Erîvanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Daxuyanî ji aliye Yekîtiya Jinên Azad ve hat dayin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

”8’ê Adarê, ji bo me li dijî hemû curên tundiyê yên lidijî jinan û hişmendiya baviksalariyê ya bi hezarê salan, roja têkoşîn û berxwedanê ye. Em, vê rojê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin û dibêjin ku ji bo em li cîhanê bi aramî, bi wekhevî û azadî û bêyî ku cudahiya zayendî hebe bijîn, divê em jin hîn zêdetir têbikoşin. Ya herî giring jî ew e ku em yekîtiya jinan li ser bingeha azadiya jinan bi pêş bixin û sedsala 21’emîn bikin sedsala şoreşa jinan.

“Dewleta faşîst û mêrê desthilatdar, ji jina zana û azad ditirse. Lewma bi hemû rengên hovane êrîşê jinan dikin. Em jî ji dewleta faşîst û serweriya mêr re dibêjin hûn ne bi kuştin ne jî bi girtin û tecewizê nikarin me jinan bêdeng bikin. Berovajiyê wê, hêrsa jinan û civakê her diçe xurt dibe li dijî zihniyeta we ya faşîst, mêrsalar û dagirker. Ger îro tekoşîna jinên Kurd li cihanê bûye mînak, ew jî bi ked û felsefeya Rêber Apo ye. Lê ev 25 sal in Rêberê me di girava Îmraliyê de girtiye û tecrîda girankirî li hemberî Rêberê me dewam dikin. Em jin, erka me ya yekemîn ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkiye û em dizanin heta Rêber Apo azad nebe em jinên jî azad nabin, bêyî guman azadiya me bi azadkirina Rêber Apo misoger dibe.

Em, jin em ê bi tekoşîn û berxwedana xwe li ser felsefeya Rêber Apo ku ji bo me afirandiye têbikoşin hişmendiya mêrê desthilatdar û faşîzma AKP/MHP’ê têk bibin.

Li ser vê bingehê em dibêjin; em jin hebûn in, em hen e û em ê hebin. Bi dirûşmeya, 'Em bi jin, jiyan, azadî, ber bi şoreşa jinan ve dimeşin' dibêjin, 8’ê Adarê li hemû Jinên ku ji bo azadiya jinan canê xwe feda kirine û hemû jinan pîroz be.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

DORTMÛND

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li bajarê Dortmûnd yê Elmanya bi pêşengiya Wênesaz Songul Kurt pêşangeha wêneyan a bi navê “Jin jiyan azadî” hat vekirin.

Songul Kurt a ku di vekirina pêşangehê de axaftinek kir, spasiya xebatên Meclîsa Jinê ya Rozerînê kir ku bûne wesîleya hevgirtina huner û jinan. Songul Kurt anî ziman ku ev proje ji xebatên jin û zarokên ku bi qasî 2 mehan beşdarî qursa wêne bûne pêk tê û got ku ji bilî vê projeyê jin û zarok bi hunerê xwe careke din kifş dikin. Songul Kurt spasiya hemû kesên ku keda wan di pêşangehê de heye kir û got: "Em li bendê ne ku her kes were pêşangeha me serdan bike."

Pêşengeh wê heta 11’ê Adarê vekirî be.

HELSÎNKÎ

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, rêxistinên femînîst, çep, şoreşgerên Fînlandiyayê û Kurdistanî meşek girseyî li dar xist. Girseya gel saet di 17:00 de li ber Stockman a navenda bajêr li hev civiya û ber bi qada Narinkkatorî ve meşiya.

Di meşê de sembol û alên rêxistinên cuda û pankartên têkildarî têkoşîna jinan hatin hildan. Di meşê de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.

Koma muzîkê Rythms of Resistance jî bi muzîka xwe coş li beşdarvanan zêde kir. Rêxistinên jinan li qada Narinkkatorî peyamên xwe dan. Di peyaman de bi taybetî li jinên Kurd û Efxanî 8'ê Adarê hat pîrozkirin.

DRESDEN

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê jî bi pêşngiya Meclîsa Jinê ya Ûta û Women Defend Rojva, meş hate lidarxistin. Jinan di meşê de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

Piştî meşê jinan daxuyanî dan. Jinan piştre di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê ya ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, standa piştgiriyê danî.

LONDON

Jin, li Londonê, hem li kuçeyan hem jî di şahiya piştevaniyê de hatin ba hev û dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ berz kirin.

Li Londonê, Platforma Piştevaniya Jinan ku ji rêxistinên Kurd, Elewî, şoreşger û jinan û komeleyên herêmî pêk tê, bi boneya 8’ê Adarê li ber Pirtûkxaneya Wood Green hat ba hev. Li vir, bêyî sekin dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hat berzkirin. Jinan pankartên li ser ‘’Jin, li ber tundiya mêrserwer dibin yek’’ nivîsandî û alên mor hildan.

Di axaftinên ku li ser navê Platforma Jinan hatin kirin de, hat destnîşankirin ku bedêlê emperyalîst ji bo kara xwe zêde bikin, gelên cîhanê bi canê xwe didin û wiha hat gotin: ‘’Li Filistîn, Efxanistan, Iraq, Sûriye û Kurdistanê, di şer de talan û qetlîam berdewam in, mirovên bi şer re bûne koçber, rû bi rûyê polîtîkayên nijadperest-faşîst dibin.’’

Platformê bi bîr xist ku di erdhejê de ku navend Kurdistan bû, bi dehhezaran kes di bin kavilan de mane û wiha got: ‘’Dewleta faşîst û dizên pê re hevkar, ji bo rant û kara zêde ji qûmê xanî ji gelê me yê xizan ê kedkar re lêkirine û xanî bûne gor. Bi milyonan bexş ji cîhanê hat kirin. Wê Erdogan û alîgirên xwe, cardin berîkên xwe tije bikin.’’

Daxuyaniya Platforma Jinan ku herî dawî tê de hat diyarkirin ku jin polîtîkayên şer, budçeya şer, cihêxwazî, tundî û destdirêjiyê re dibêjin, ‘na’, bi dirûşmeyên ‘’Bijî 8’ê Adarê!’’ û ‘’Jin, jiyan, azadî’’ bi dawî bû.

ŞAHIYA PIŞTEVANIYÊ YA MECLISA JINAN A JIYANÊ

Meclisa Jinan a Jiyanê jî, bi boneya 8’ê Adarê şahiyeke ji bo piştevaniyê çêkir. Şahî, li avahiya KCC’ê bû û gelek kes lê bûn beşdar, bi rêzgrtina ji bo jinên şoreşger dest pê kir. Berdevka Meclisê, Bîrsen Poyraz ku axaftinek kir, li dijî pergalên mêrserwer û faşîst, îşaret bi giringiya bi hevparî ya jinan kir. Poyraz, diyar kir ku ew ê ji bo başkirina birînên erdheja li Kurdistanê, ji berê bêhtir bibin piştevan.’’

DORTMÛND

Jinên ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rozerîn li stasyona trenê ya navendî ya bajarê Dortmûnd a Elmanyayê hatin ba hev, piştî axaftina vekirînê dest bi meşê kirin. Jinên ji rêxistinên Dakme, DÎDF, Jinên Koçber, Courage û MLPD tev li meşê bûn.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî 8’ê Adarê” hatin berzkirin û danezanên Tevgera Jinên Kurd hatin belavkirin. Di meşê de dowizên wêneyê pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û gelek jinên pêşeng hatin hildan. Piştre li Munster Strassê mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê rêxistinên beşdar axaftin hatin kirin. Hat diyarkirin ku têkoşîna jinan di her 8’ê Adarê de  girîngî bi dest dixe û anîn ziman ku xwedîderketina li 8’ê Adarê wê jinan bihêztir bike.

AMSTERDAM

Li Amsterdamê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, bi tevlêbûna gelek platformên jinan, meş hat kirin. Di meşê de, ji bo balê bikişînin ku jinên pêşeng ên tên armanckirin, çalakgeran, wêneyên qetilkiriyan û pankartên li ser "Ji Kurdistanê heta bi cîhanê" û "Jin jiyan azadî" nivîsandî, hildan.

Jinên ku meşiyan, ji bo balê bibin ser mafên jinan û wekheviya zayendî ya civakî, dirûşme berz kirin û sirûd gotin.