Jin li Îranê serqot tevlî pêşbirka werzîşê bûn, Serokê Federasyonê îstifa kir

Jin li bajarê Şîraz a Îranê serqot tevlî pêşbirka werzîşê bûn, Serokê Federasyona Atletîzmê îstifa kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îrna’ yê, Serokê Federasyonê Haşim Sîamî ji ber gengeşeyên têkîldarî bernameya werzîşê ya li bajarê Şîrazê hat lidarxistin, îstifa kir.

Li gorî dîmenên ku di medyaya Îranê de hatine weşandin, jinan bêyî hîcabê tevlî pêşbirkê bûne.

Jinan li gel zextên ku bi serhildana “Jin, jiyan, azadî” zêde bûne, li hemberî pergalê serî hildidin. Polîsên Îranê ji bo ku zagona hicabê bi tundî ferz bikin, di nava meha Nîsanê de planek nû xistibû meriyetê.

Dozgerê eyaleta Farsê ku bajarê Şîrazê lê ye, ragihand ku ew ê bang li organîzatorên pêşbirkê bikin da ku daxuyaniyê bidin.

Sîamî, di daxuyaniya xwe ya di ajansa Îrna’yê de îdia kir ku federasyon ne organîzator e û jinên serqot ne werzîşvanên girêdayî federasyonê ne.