Jin ên ciwan ên têkoşer xwe ji bo konferansa 3'emîn amade dikin

Jin ên ciwan ên têkoşer, xwe ji bo konferansa 3'emîn amade dikin ku wê di 29'ê Çileya 2021'ê de li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin.

Jin ên ciwan ên têkoşer bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di 29'ê Çileya 2021'ê de li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê konferansa xwe ya 3'emîn li dar bixin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa heyî ya jinan wê di konferansê de bi berfirehî bê nirxandin û rê û rêbazên têkoşînê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bên diyarkirin.

Bi vê armancê bang li jinên ciwan hate kirin ku beşdarî konferansê bibin.

Li gorî daxuyaniyê, konferans wê 29'ê Çileyê li kolana Salim li Kargeha Cigere pêk were.