Jin di kargeha TJA û DBP’ê de peyama ‘Em ê serî netewînin’ dan

Jinên ku li navçeyên Hewag, Pirsûs û Xelfetiyê yên Rihayê beşdarî kargehên "şerê taybet" a ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat lidarxistin bûn, peyama “Dema jin li ber xwe bide, kes nikare wê tune bike. Em ê serê xwe n

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeyên Hewag, Pirsûs û Xelfetiyê yên Rihayê bi jinan re kargehên "şerê taybet" li dar xistin. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ya Rihayê Sema Aişeoglû, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Ayşe Çelîkbîlek, Berîvan Helan Işik û Narîn Gezgor, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultay Yaray, Hevşaredara Hewagê Aygûl Kapîkayali û gelek jin beşdarî kargehan bûn.

Di kargehan de axaftin hatin kirin. Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray di kargeha li Hewagê de axivî û bal kişand ser amûrên şerê taybet û destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî sûcê şer û ji şerê taybet qut nîne. 

Rêvebera Navenda DBP’ê Narîn Gezgor jî di kargeha li taxa Alîgora Pirsûsê axivî û bal kişand ser şerê taybet û anî ziman ku şerê taybet li ser bedena jinan tê meşandin.   

Jinên ku beşdarî kargehan jî bûn anîn ziman ku divê polîtîkayên şerê taybet hin bêtir bên teşhîrkirin û gotin: “Heke jin li ber xwe bidin kes nikare wê tune bihesibîne. Divê beriya her tiştî jin xwe derxin pêş û dengê xwe bilind bikin. Divê jin li dijî polîtîkayên dewletê û şerê taybet xwe bi rêxistin bike û serê xwe netewîne. Em ê serê xwe netewînin. Girîng e ku her dem jin serê xwe rakin.” 

TJA û DBP ev duh û îro li Rihayê kargeh li dar xistin û dê êvarê jî li Xelfetiyê kargeh bê lidarxistin û bernameya kargehan bi dawî bibe.