Jin di Festîvala Sakîne Cansiz de hatin gel hev

Jin di 8’emîn Festîvala Sakîne Cansiz ya bi dirûşmeya “Li Hemberî Qirkirina Jinê Têkoşînê Mezin Bikin” de hatin ba hev.

Festîvala Sakîne Cansiz ya bi dirûşmeya “Li Hemberî Qirkirina Jinê Têkoşînê Mezin Bikin” bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê ji aliyê 38 saziyên jinan ve hat lidarxistin. Festîval pêşkêşî Denîz Poyraz hate kirin a ku di êrişa li ser avahiya HDP’ê ya bajarê Îzmîrê de hatibû qetilkirin.

Qada festîvalê ku çendîn roj beriya niha ji aliyê Komîteya Amadekar a Festîvalê hatibû amadekirin, bi dîmenên ku têkoşîna jinên Kurd û yên cîhanê nîşan dida hatibû xemilandin. Posterên Denîz Poyraz û Sakîne Cansiz jî li cihê dikê hatibû daliqandin.

Festîval ku bi naverokekî dewlemend ya xîtabî her kesimê jinan dike hatî amadekirin, li ‘Zeughausareal, Kanonengasse 20, 8004 Zürich (1 Mai Platz)’ tê lidarxistin.

Amadekariyên Festîvalê di saetên sibehê hatî temamkirin. Hatina Kurdistaniyên li bajarên Swîsreyê dijîn ya ji bo cihê festîvalê didome.

Di çarçoveya festîvalê de bi rojeva jin, şer û penaberî panel tên dayîn.

Festîval bi axaftina destpêkê ya ji aliyê endamên YJK-S’ê Hediye Mûnzûr û Fîdan Guler ve dest pê kir û wê tevahiya rojê bidome.