'Ji kesayetiya kolekirî kesayetiyeke azad hate afirandin'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk diyar kir ku bi têkoşîna PKK’ê re ji kesayetiyeke têkçûyî, ji kesayetiyeke kolekirî, kesayetiyeke azad afirandin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk bersiv da pirsên Gulan Botan

Zilar Stêrk di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana li Îmraliyê silav kir û got, "Tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê ferzkirin. Têkoşîna gelê me û tevgera me ya li dijî vê tecrîdê li her devera welêt mezin dibe. Li Ewropayê, Rojava, Şengalê, Bakur helwesta gelê me ya ji bo azadiyê li pêş çavan e. Asta xwedîderketina li Rêberê me eşkere ye. Ji ber ku yê niha li Îmraliyê tê girtin ne tenê Rêberê me ye, di şexsê Rêberê me de îradeya gelê me dîl hatiye girtin. Îradeya gelê Kurd di nava tecrîda mutleq de tê hiştin. Gelê me vê qebûl nake. Bi navê tevgerê em vê qebûl nakin. Ne em ne jî gelê me êdî nikare xwe li vê yekê rabigire, tehemûla me nemaye. Eger hûn rêberê gelekî zêdeyî 23 sal in di nava şert û mercên dîlgirtinê de digirin, hêza wî gelî ya ji bo xweragirtinê namîne. Lewma gelê me hem di asta navendî hem jî di asta herêmî de bi gelek çalakiyan xwedî li Rêberê xwe derdikeve. Divê muxatabên vê yekê, vê bibînin. Kî ne ev muxatab? Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ne. Herî dawî saziyên mafên mirovan û hiqûqê yên li Tirkiyeyê serlêdan kirin û tê gotin ku Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê (DWKE) wê di civîna xwe ya destpêka meha Kanûnê de rewşa Rêber Apo binirxîne. Em girîng dibînin ku di vê civînê de rewşa Rêber Apo bê nirxandin. Ji ber ku heta niha bêdengiyeke mezin hebû. Nedixistin rojeva xwe jî. Biryara li ser xistina rojeva xwe ji bo me weke pêşketinekê ye. Lê belê xistina rojevê nayê wê wateyê ku wê helwesteke erênî nîşan bide. Em ê encama ji wir derkeve girîng bibînin. Divê Konseya Ewropayê (KE) zanibe ku Kurd xwedî bendewariyên mezin e."

Zilar Stêrk biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser binpêkirinê bi bîr xist û got, "Madem DMME a ku ser bi Konseya Ewropayê ve ye biryara binpêkirinê da, wê demê divê Komîteya Wezîran jî vê biryara dadgehê li ber çavan bigire, hesabê vê yekê ji Tirkiyeyê bipirse. Xemsariya Tirkiyeyê ya ji sala 2014'an û vir ve ji nedîtî ve hat, bêdeng ma. Em vê bêdengiyê şermezar dikin. Qet nebe ji niha û pê ve divê têkildarî dewleta Tirk helwest û hewldana pêwîst bike. Lewma em dibêjin ku divê ji bo Kurdan nêzîkatiyeke erênî nîşan bide."

'MIFTEYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'

Zilar Stêrk destnîşan kir ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê sedemeke bingehîn a krîzên siyasî, aborî û civakî yên li Tirkiyeyê ne û got, "Buhayê dolarekî niha bûye zêdeyî yanzdeh lîreyî. Dewleta Tirk niha bi krîzeke giran a desthilatdariya siyasî re rû bi rû ye. Krîza civakî giran bûye. Mirov ketine wê rewşê ku ji ber birçîbûnê întîxar dikin. Sedema van hemûyan çi ye? Sedema van hemûyan sîstema tecrîdê ye ku li Îmraliyê dest pê kir. Ev tecrîd pêwendiya xwe bi hemû pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê re heye. Mîna xelekekê pirsgirêk hev xwedî dikin. Em pêwîstiyê pê dibînin ku careke din destnîşan bikin ku mifteya çareseriyê ya van pirsgirêkan li Îmraliyê ye. Lewma desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê jî gelek kiryarên neheq dike. Pêvajoya îzolasyon û tecrîda mutleq, sedema sereke ya şerê heyî ye. Bidawîbûna vî şerî û çareserkirina tundiyê jî bi vekirina deriyên Îmraliyê ve girêdayî ye. Pêwendiya xwe bi rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo heye. Tecrîda li Îmraliyê û çareseriya pirsgirêka Kurd du mijarên bi hev ve girêdayî ne."

Zilar Stêrk diyar kir ku sedemên bingehîn ên krîz û kaosa heyî ya li Tirkiyeyê ji tecrîda mutleq a li Îmraliyê cuda nîne û got, "Heta ku sîstema tecrîda mutleq a li Îmraliyê neyê rakirin, krîza siyasî, krîza aborî û krîza civakî ya li Tirkiyeyê çareser nabe."

'TÊKOŞÎNA JINÊ TÊKOŞÎNA MAF Û AZADIYAN E'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî bal kişand ser têkoşîna jinan û got, "Jinan ti carî yekser serwerî qebûl nekirine. Li dijî vê yekê têkoşîneke dîrokî ya mezin heye. Lê belê dîroka têkoşînê ya du sed salên dawî hinekî din bêhtir rêxistinî ye. Yanî hêza xwe ya rêxistinî bi pêş xistin. Di encama vê têkoşîna rêxistinbûyî de jinan heta niha li asta cîhanê hin maf bi dest xistin. Karîbûn ku hin mafên siyasî, perwerde û civakî bi dest bixin. Lê belê bi demê re baştir hate dîtin ku têkoşîna jinê ne tenê têkoşîneke ji bo mafan e. Ev têkoşîn têkoşîna maf û azadiyan e. Divê aliyê azadiyê yê têkoşîna jinê hîn bêhtir bê pêşvexistin û kûrkirin. Pêşxistin û kûrkirina vê têkoşînê jî bi mezinkirina rêxistiniya li asta gerdûnî û herêmî ve girêdayî ye. Di vê mijarê de mirov dikarin sê-çar faktorên bingehîn destnîşan bikin."

ÇAR FAKTORÊN BINGEHÎN ÊN PÊŞVEBIRINA TÊKOŞÎNA JINÊ

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk çar pîvanên gerdûnî yên ji bo xurtkirina rêxistiniya jinê bi vî rengî vegot:

"Ya yekemîn, di asta gerdûnî û herêmî de divê rêxistiniya xwe mezin bikin. Yanî ti sîstemeke serwer nikare bi jina rêxistinbûyî. Lê belê jin eger bêyî rêxistinî rabin bi serê xwe têbikoşin, wê zêde encamekê wernegirin ku ev rastî bi têra xwe eşkere bû. Têkoşîn ji rêxistinbûyînê tê. Îrade jî ji rêxistiniyê tê. Ji rêxistiniyê hêz diafire. Lewma divê jin rêxistiniya xwe li her derê di asta herêmî û gerdûnî bi pêş bixînin.

Ya duyemîn; hêzên ku ji bo azadî û mafên jinê têdikoşin divê di têkoşînê de herdemiyê ji xwe re bikin esas. Di vê çarçoveyê de mîna xelekên zincîrekê divê têkoşîna azadiya jinê bi rengê hevgirtî bi perspektîfeke hevgirtî bê nirxandin. Yanî dema ku di asta gerdûnî de jin hemû bûn xwedî maf û azadiğyê hingî her jin wê bibin xwedî maf û azadiyê. Lê belê bidestxistina maf û azadiya jinê di asta gerdûnî de jî bi bidestxistina mafê jinê di asta şexsî ve girêdayî ye. Di vir de girîng e ku pêwendiya herêmî û gerdûnî ya têkoşînên jinê baş bê danîn. Ev yek salên dawî bi pêş ket. Mînak; pêşketina têkoşîna azadiya jinên Kurd, sekna jinên Kurd a li şoreşa Rojava ji bo têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê bû çavkaniya sûdwergirtinê.

Ya sêyemîn jî, jin hêza xwe ya parastinê bi pêş bixîne. Yanî jin ji bo hebûna xwe, her wiha li dijî neheqiyên lê têne kirin û tundiyê divê karibin xwe biparêzin. Xweparastin jî bi rêxistiniyê dibe, bi herdemîkirina têkoşînê û ji aliyê fîzîkî ve bi avakirina mekanîzmayên parastinê dibe. Divê ev yek di çarçoveya xweparastinê de bên nirxandin.

Ya çaremîn jî divê jin qada fikrê azad bêhtir bi pêş bixîne. Di du sed salên dawî de têkoşîna azadiya jinê li asta cîhanê hêzeke mezin a fikrî afirand. Kesayet û pêşengên jin jî derketin holê. Divê jin destketiyên ku li qada fikrî bi dest xistine, berhemên afirandine hîn kûrtir bikin."

'JI KESAYETIYA KOLEKIRÎ KESAYETIYEKE AZAD HATE AFIRANDIN'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk bi wesîleya salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê bal kişand ser guhertina ku PKK'ê li nava civak û kesayetiya Kurd pêk aniye:

"Salvegera 43'an a damezrandina partiya me li Rêber Apo, gelê Kurd û hemû endamên partiyê pîroz dikim. Li gelan hemûyan pîroz dikim. Ji ber ku PKK bi rastî jî bû hêviya azadiyê ya gelan. PKK'ê bi dîroka xwe ya têkoşînê ya 43 salan, hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo gelên Rojhilata Navîn hem jî ji bo cîhanê bû hêviyeke azadiyê, bû hêviya rizgariyê. Lewma careke din li gelên cîhanê pîroz dikim.

Têkoşîna PKK'ê, tevgera PKK'ê li Kurdistanê di kesayetiya Kurd de guhertin û veguhertinên mezin çêkir. Ji kesayetiyeke têkçûyî, ji kesayetiyeke kolekirî, kesayetiyeke azad afirand. Ev yek bû ji pêşketinên bi têkoşîn û keda mezin a Rêber Apo. Ev hemû li nava refên PKK'ê pêk hatin.

'BI PÊNEGIYA EGÎD Û ZÎLANAN ARTÊŞEKE MEZIN A GERÎLA AVA BÛ'

PKK'ê di heman demê de weke destketiyeke gelê Kurd li qada leşkerî jî destketiyên gelekî mezin bi xwe re anî. Bi pêşengiya fermandar Egîd û Zîlan artêşeke mezin a gerîla ava kir. Ji 15'ê Tebaxa 1984'an û vir ve têkoşîneke mezin a gerîla tê meşandin, têkoşîneke xurt a çekdarî tê meşandin. Li dijî siyaseta qirkirinê û êrişên tunekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger qirker, têkoşîneke leşkerî, têkoşîneke parastinê ya xurt meşand. Têkoşîneke mezin a gerîla hate meşandin. Di asta heyî de êrişên qirkirinê ji xwe dewam dikin. Ji 23'ê Nîsanê û vir ve êrieşek giran a tunekirinê, êrişa dagirkeriyê tê meşandin. Ji 23'ê Nîsanê û vir ve fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bîlançoya şeş mehên dawî eşkere kiribû. Dema ku mirov bala xwe dide ser wê bîlançoyê dikarin bibînin ku ev êrişa dagirkeriyê di asteke çawa ya tund de tê meşandin. Bi tundî dewam dike û her roj girantir dibe."

'GERÎLA BI NAVÊ TEVAHIYA MIROVAHIYÊ LI BER XWE DIDIN'

Zilar Stêrk hêzên gerîla yên silav kir, cejna partiyê li wan pîroz kir û got," Bi rastî jî berxwedana ku kirin gelekî dîrokî ye. Bi navê tevahiya mirovahiyê gerîla niha li çiyayên Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dikin, ji bo mirovahiyê li ber xwe didin. Gerîlayên Kurdistanê bûne hêviya mirovahiyê. Rûmeta mirovahiyê rizgar dikin. Bi navê rûmeta mirovahiyê li ber xwe didin, têkoşînê mezin dikin. Ji xwe eger bi gerîla re ev bawerî, têgihişt û biryardarî nebûya nikarîbûn ku li hemberî êrişan rawestiyan. Ya ku gerîla li ser piyan dihêle, bawerî û biryardariya wan e. Hêza ji berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê werdigire. Her wiha hişmendiya ku bi navê destketiyên azadîparêz û demokratîk ên mirovahiyê dide şerkirin e. Ya ku berxwedêriyê dide gerîla ev e, ya ku hêzê dide gerîla ev yek e.

Êrişên bêperwa yên artêşa Tirk a dagirker dewam dike. Yanî hikumeta faşîst a AKP-MHP her ku li hundir tengav dibe, li hundir têk diçe li dijî gerîla bi tundî êriş dike. Vê têkçûna xwe vediguherîne êrişeke giran. Êrişeke bi dijminane dike. Bi gazên bi jehr û kîmyewî êriş dike. Dema dawî hewl hate dayin ku vê bikin rojev, lê belê em vê têrker nabînin. Ji bo gerîlayên bi navê mirovahiyê bi bawerî û biryardariyeke mezin li ber xwe didin li dijî gazên bi jehr berxwedana xwe mezin bike, ji bo parastina li dijî vê yekê mezin bike, divê gelê me, civaka me tevî dostên xwe têkoşînê mezintir bike. Di vê mijarê de pêwîste saziyên navneteweyî, muxatabên navneteweyî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Nikarin vê yekê ji nedîtî ve bên. Di vê mijarê de 27'ê Mijdarê li Ewropayê gelê me yê li Ewropayê wê tevî dostên xwe mîtîngeke mezin li dar bixin. Wê çalakiyeke mezin pêk bînin. Bi vê wesîleyê bi rêya we dixwazim bang li gelê me yê li Ewropayê bikim ku bi xurtî tevlî vê mîtîngê bibin.”