'Ji bo ked û azadiya me, NA ji destûra bingehîn a nû re'

Ji Yekîtiya Jinê ya Sara ya Swêdê Ferah Bozcali got, hikumeta AKP'ê bi destûra bingehîn a nû re dixwaze sîstemek faşîzan bîne, ku di nava vê sîstemê de wê şexsek bi tena serê xwe biryara her tiştî bide.

Ji Yekîtiya Jinê ya Sara ya Swêdê Ferah Bozcali got, hikumeta AKP'ê bi destûra bingehîn a nû re dixwaze sîstemek faşîzan bîne, ku di nava vê sîstemê de wê şexsek bi tena serê xwe biryara her tiştî bide. 

Bozcali, der barê referandûmê de ku dengdana wê ya li Swêdê wê di 8-9'ê Nîsanê de bê kirin, ji ANF'ê re axivî.

Bozcali diyar kir, di nava 15 salên desthilatdariya AKP'ê de şîdet, destavêtina li jinê û kuştina jinê zêde bûye, bedenên gerîlayên jin ên jiyana xwe ji dest dan hatin teşhîrkirin, hewl hat dayîn destavêtina li zarokan bê rewa û qanûnî kirin. Bozcali destnîşan kir, eger destûra bingehîn a nû were qebûlkirin, wê serdemeke tarî dest pê bike û rewşa jin û zarokan wê hê nebaş bibe.

'DIVÊ AKP VÎNA JINÊN KURD NAS BIKE'

Bozcali girtina parlamenteran, hevşaredara û rêveberên herêmî yên ku ji aliylê Kurdan ve hatine hilbijartin bibîr xist û diyar kir, ev yek rengekî berbiçav nîşan dide ku vîna gel û jinên Kurd nayê naskirin. Bozcali got, "Ev yek, şêweyek ji qirkirina jinê ye. Bi destûra bingehîn a nû re qanûnî dikin. Pêşnûmeya vê destûra bingehîn wê encamên xwe ji destûra bingehîn a 1982'an nebaştir bin. Êrîşa li dijî gelan, jinan, ciwanan û zarokan wê zêdetir bibe."

Bozcali ragihand, bi qebûlkirina destûra bingehîn a nû re wê parlament bitevize, erkên parlamentê wê bikevin destê şexsekî û got, "Eger di referandûmê de dengê 'erê' bi ser bikeve, wê serdemeke tarî dest pê bike. Lewma em ji vê destûra bingehîn re dibêjin NA. Eger dengê 'NA' di referandûmê de bi ser bikeve, wê şert û mercên têkoşînê hêsantir bibin."

ENCAMA 'NA' WÊ PÊŞÎ LI TÊKOŞÎNÊ VEKE

Bozcali destnîşan kir, dengê 'NA' tê wateya demokrasiyê, birêxistinbûna jinê û tevlîbûna li nava têkoşîna azadiyê. Ferah got, eger di referandûmê de dengê 'NA' bi ser bikeve, wê pêşî li têkoşînê vebe.

Bozcali anî ziman, jinên Kurd ji ber ku pêşengiyê ji têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd re dikin, dibin hedefa desthilatdariya AKP'ê û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê, Erdogan bi giranî êrîşî jinên Kurd dike. Parlamenterên jin û hevşaredarên me girtî ne. Ev yek tê wateya tinehesibandina vîna jinên Kurd. Niha jî dixwazin bi destûra bingehîn re pêşî li têkoşîna jinên Kurd bigirin û Kurdistanê bixin nava kaoseke mezintir."

Bozcali diyar kir, AKP dixwaze sîstemeke faşîzan û dîktatoriyê ava bike û got, "Eger destûra bingehîn a nû bê qebûlkirin, wê ne tenê li ser Kurdan li ser hemû şoreşger û demokratan û mirovên piştgiriyê nadin desthilatdariya Erdogan, zext û zordarî zêde bibin. Ji bo keda me, azadiya me, ji bo jiyaneke bedew, ji bo jiyaneke bi hev re ya gel û baweriyan, em ê di vê referandûmê de dengê 'NA' bidin. Dengê 'NA' wê bi ser bikeve."

DIVÊ JIN JI KOLEDARIYÊ RE BÊJIN 'NA'

Di dawiya axaftina xwe de Bozcali got, eger destûra bingehîn a nû were qebûlkirin wê maf û azadiya jinan kêmtir bibin, jin wê li derveyî qada kar bên hiştin, keda jinan bê xwarin û bang li hemû jinan kir ku biçin ser sindoqê û li dijî koledariyê dengê 'NA' bidin.