Ji bo jinên şoreşger li Kobanê meş

Ji bo jinên şoreşger ku li Parîsê û Silopya şehîd bûn li Kobanê bi hezaran kes meşiyan.

Ji bo sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku 9'ê Çile ya 2013'an li Parîsê şehîd bûn li Kobanê bi hezaran kes meşiya.

Bi pêşengiya Kongreya Star a Herêma Firatê bi hezaran kes li Meydana Jinên Azad hatin cem hev û heta bi Meydana Şehîd Edît ku konê grêva birçîbûnê lê ye, meşiyan. Jin bi dirûşmeya, ''Bi berxwedana Sara û Leylayan em ê faşîzmê û dagirkeriyê hilweşînin'' meşiyan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sê jinên şoreşger ên li Parîsê û li Silpyayê hatin qetilkirin û yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê hatine qetilkirin hatin hildan.

Endama Koordînasyonê ya Kongreya Starê ya Herêma Firatê Mizgîn Xelîl piştî meşê axivî û got, ''Heta ku êrîşên dewletên faşîst û dagirker bidome em jin em ê bi berxwedana Sakîne, Fîdan û Leylayan li qadan bin.''