Ji bo jinên Şengal û Efganistanê pêngavek hate destpêkirin
Ji bo piştevaniya jinên Şengal û Efganistanê, Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngava ‘Em li dijî qirkirina jinan, jiyanê diafirînin’ da destpêkirin.
Ji bo piştevaniya jinên Şengal û Efganistanê, Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngava ‘Em li dijî qirkirina jinan, jiyanê diafirînin’ da destpêkirin.
Çeteyên DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir û di encamê de komkujî û qirkirin li dijî gelê resen ên Êzîdî pêk anîn. Bi hezaran jinên Êzîdî hatin revandin û di bazaran de hatin firotin. Her wiha heta niha jî çarenûsa pir jinên Êzîdî ne diyar e. Di heman wextê de di Tebaxa 2021’an de Talîban hat ser desthilatdariya Efganistanê û piştî wê êrîşên pir mezin li dijî jin, nasname û hebûna jinan pêk hat ku heta roja îro dewam dike. Rêxistin û Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngavek ji bo pişgirî û alîkariya jinên Şengal û Efganistanê îro bi dirûşma ‘Em li dijî qirkirina jinan, jiyanê diafrînin’ dan destpê kirin.
Pêngav îro bi beşdariya 129 endamên ji Rêxistin û Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyek çapemeniyê li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate destpêkirin. Her wiha jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî pêngavê bûn.
‘HÊJ ÇARENÛSA BI HEZARAN JIN NE DIYAR E’
Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Rêxistina Kongra Star Rihan Loqo ve hate xwendin de wiha hate gotin: “9 sal li ser êrîşên li dijî Şengalê derbas dibe. Komkujiya ku bi êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê li ser gelê Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de destpê kir li pêşiya çavê cîhanê bi hovitî û barbariyeke mezin li dijî gelê Êzîdî hate kirin. Bi hezaran, jin û gelê resen ên Êzîdî hatin qetîlkirin, bi deh hezaran hatin koçberkirin ji cih û warê xwe hatin derxistin. Bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li bazarên koledaran hatin firotin. Zarok rastî qirkirina çand, nasname û ol hatin. Di nava çeteyên DAÎŞ’ê de di şerê çetecîtiyê û terorê de hatin bi kar anîn. Li ber çavê tevahî cîhanê, kuştin, kiryarên dermirovî, tundî û hemû rengên qirkirina siyasî pêk hat û bi hezaran jinên ku hatine revandin heta niha çarenûsa pir ji wan ne diyar e.”
Di dewama daxuyaniyê de rewşa jinên Efganistanê wiha hate nirxandin: “Heman siyaseta qirkirin û hovitî li dijî jinên Efganistanê di Tebaxa 2021’an de bi riya Talîbanê ku piştî vekişandina Emerikayê ji Efganistanê hate kirin. Plana teslîmkirina jinên Efganistan ji terora Talîbanê re û teslîkirina jinên Şengalê ji DAÎŞ’ê re siyaseta qirkirina sîstematîk ku bi planên qirêj ji hêzên hegemon li ser jinê tê meşandin û dixwazin vîna jina azad bi kirasê tarî bipêçin û jinê vegerînin serdema koledariyê.”
‘JIN WÊ BI BERXWEDANIYA XWE PLANÊN QIRKIRINÊ VALA DERBIXIN’
Di daxuyaniyê rêxistinên jinan de hate destnîşan kirin ku wan li dijî vê pergalê pêngava xwe ji bo jinên Şengal û Efganistanê dane destpêkirin û wiha hate gotin: “Bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê diafrînin”, bi nave Rêxistin û Tevgerên Jin li Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên berxwedana Şengal û Efganistanê bi bîr tînin. Jinên Şengal û Efganistanê hêviya xwe di şoreşa jin ya Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibînin, em ê bi hemû hêza xwe bibin bersiv ji hêvî û daxwazên wan re. Di çerçoveya pişgiriya kampanya ku Komeleyên Jinên Kurdistanê (KJK) di navbera 3-15’ê Tebaxê de destpê dike bi rêze çalakî û xebatên pişgiriyê li beramberî hemû siyasetên qirkirin û dijîtiya ku bi jinan re di sedsala 21’an de tê kirin, wê jin bi berxwedanî û têkoşînê dîroka xwe bi tîpa zêrîn binivîsîne û hemû planên qirkirinê ku li ser jinê tên pêk anîn vala derbixîne. Bijî berxwedan û têkoşîna jinan û jin jiyan azadî.”
PLANSAZIYA PÊNGAVÊ
2’yê Tebaxê: Danê êvarê wê find li hemû kolanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi pêşengtiya jinan, bê pêxistin.
7’ê Tebaxê: li bajarê Reqayê Rêxistin û Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku bi hezaran jin û zarokên Êzîdî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li bajarê Reqayê hatin firotin, di heman cihê de wê formek bê lidar xistin.
10’ê Tebaxê: Bi amadebûna bi hezaran jinan li her herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hilgirtina alên pêkhateyên ku di çalakiyê de amade bin û çalakiyek bê li dar xistin.