Ji bo endama Rosa Rojda Bariş 6 sal û 3 meh ceza
Ji bo endama Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Ji bo endama Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Rûniştina doza endama Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş a di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya 9’ê Cotmeha 2018’an a li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 28’ê Hezîranê hatibûn destpêkirin û destgîrkirin û 29’ê Hezîranê hate girtin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.
Rojda Bariş a di rûniştina yekem de hate berdan, di rûniştina duyemîn de Rojda Bariş, parêzera wê Nûrcan Bûdak, Gozde Engîn û Mûhammed Bahrî Baltacî jî amade bûn.
Rûniştin bi mutaalaya dozger destpê kir. Meqamê îdîayê di mutaalayê de ji bo Rojda Bariş bi sûcê ‘endama rêxistinê’ bi qadî 10 sal ceza xwest. Her wiha meqamê îdîayê ji bo Rojda Bariş ji sûcê ‘propaganda rêxistinkirinê’ daxwaza berdanê kir.
Parêzerên Rojda Bariş daxwaza berdana muwekîla xwe kir.
Heyeta dadgehê piştî navbera kin, Rojda Bariş ji sûcê ‘propagandakirina rêxistinê ya bi awayê xelek’ berda û bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ 5 sal, bi hinceta ‘sûcê wê dikeve çarçoveya sûcên terorê’ 7 sal û 6 meh ceza lê birî.
Heyetê dadgehê hinek ceza daxist û herî dawî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bariş birî.