BI DÎMEN

'Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê hîn mezin bikin'

Gerîla Botan Kato û Rûken Cizîr diyar kirin ku Komploya Navneteweyî îro bi sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê dewam dike û gotin, "Divê em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn mezin bikin."

Di ser Komploya Navneteweyî re 26 sal derbas bûn ku 9'ê Cotmeha 1998'an li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Botan Kato û Rûken Cizîr bang kirin ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê hîn bilind bikin.

Gerîla ji ANF'ê re axivîn, bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan û komploya navneteweyî nirxandin.

Gerîlayê HPG'ê Botan Kato: Destpêkê berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo silav dikim. 26 sal in hêzên serwer komkujiyê li gelê Kurd dikin. Temamiya hêzên serwer di nava komploya navneteweyî de bûn. Rêber Apo 26 sal in li hemberî vê komployê bênavber li ber xwe dide, têdikoşe. Hêzên ku tevlî komploya li hemberî Rêberê me bûne, bi binpêkirina hemû nirxên mirovahiyê re destketiyên civakê hemû ji bo berjewendiyên xwe, ji bo desthilatdariya xwe bi kar anîn. Ji ber vê jî dixwazin komployê bi tecrîd û êşkenceyê dewam bikin û armanca xwe bi ser bixînin. Gelê me, jin û ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIGIHÎNIN ASTA HERÎ BILIND

Gerîlaya YJA Starê Rûken Cizîr: Dijmin bi rêya komploya navneteweyî xwest, di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tine bike. Gelê Kurd bi berxwedana Rêber Apo li ser piyan ma. Ji ber vê jî divê gelê me hîn bêhtir xwedî li Rêbertî derkeve û li hemberî komployê bêdeng nemîne. Bêdengî dibe sedem ku sîstema tecrîd û êşkenceyê her roj hîn bêhtir kûr bibe. Heta ku Rêber Apo azad nebe, jin û gel azad nabe. Weke gerîlayên Kurdistanê em ê li dijî komployê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bigihînin asta herî bilind. Bi taybetî jin û ciwan divê berpirsyariyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi cih bînin.