Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de xebatkarên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn.
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de xebatkarên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn.
Xebatkarên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn duh saet derdora 15.20'an de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirîn di êrîşa balafirên bêmirov a çekdarî (SÎHA) ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker de, şehîd bûn. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.
Xebatkarên çapemeniya azad ji 8'ê Kanûnê û vir ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê yên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qerekozaxê û berxwedana li dijî wê dişopandin.